3 neviyên wî jiyana xwe ji dest dan: Me bi xwe cenaze derxistin 2023-02-08 13:56:17   MEREŞ - Abdulhamît Kolca diyar kir ku 3 neviyên wî jyana xwe ji dest dane û tu xebat nehatiye kirin û wan bi derfetên xwe cenaze ji bin kavilan derxistine.    Li Mereşê hejmara miriyên welatiyên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Di erdheja li pey hev li Mereşê çêbûn de Sevda Kurt (35) û zarokên xwe Alî Yanki Kurt (7) û Muhîttîn Toprak Kurt (13) di bin kavilê avahiyê de jiyana xwe ji dest dan û malbatê bi derfetên xwe cenazeyên xwe derxistin. Abdulhamît Kolca diyar kir ku ew ji Manîsayê li hawara malbata xwe hatiye û wan bi derfetên xwe cenazeyên her sê neviyên xwe ji bin kavil derxistine. Kolca da zanîn ku rayedarên dewletê tu xebat ji bo wan nekiriye û alîkariyê nedaye wan û însan bi derfetên xwe li cenazeyên xwe digerin. Kolca got li cihê ew lê ne gelek cenaze hene.