Li Amedê hejmara kesên di bin kavilan de mane nayê zanîn 2023-02-08 13:30:02   AMED – Li Amedê ku ji ber erdhejên Mereşê 7 avahî hilweşiyan, hejmara kesên mirî gihîşt 132'yan û ya birîndaran jî gihîşt 909'an. Hê jî xeber ji gelek kesan nayê girtin. Walîtiya Amedê û rayedarên AFAD'ê hem daneyan belav nakin hem jî tu daxuyaniyê nadin.    Li Amedê ku 7 avahî ji ber erdhejên li Mereşê bi pileya 7,7 û 7,6'an çêbûn hilweşiyan, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîşt 132'yan û hejmara birîndaran jî gihîşt 909'an. Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê, li ser hesabên xwe yên medyaya sanal ev agahiyên dawî belav kirin: "Wefat: 132, Tabûrcî: 742, Nexweş: 129, Ên di beşa awarte de: 38, Hejmara giştî ya birîndaran: 909. Ji kerema xwe nêzî avahiyên xesardîtî nebin!" Tê gotin ku li bajêr hê jî gelek kes di bin kavilan de ne. Xizmên kesên ku di bin kavilan de ne, dem bi dem li ser hesabên xwe yên medyaya sanal navan û cihê kavilan radigihînin.    JI APARTMANA IŞIKÊ 2 KES HATIN DERXISTIN   LiApartmana Işikê ku 8 qat bû û ji 32 daîreyan pêk tê û li Kolana Senato ya navçeya Rezanê ye, danê sibehê saet di 08.50'yî de cenazeyên M.Ş. û Î.Y. hatin derxistin. Heya niha ji bin kavilên apartmanê 23 cenaze û 23 birîndar hatine derxistin.    JI GALERÎAYÊ 4 KES HATIN DERXISTIN   Li navçeya Yenîşehîrê bi şev cenazeyên 4 kesan ji bin kavilên Navenda Kar a Diyar Galeriayê ya 12 qatî hatin derxistin. Heya niha saziyên fermî têkildarî hejmara kesên ji bin kavilên avahiyê hatine derxistin tu daxuyanî belav nekirine. Li gor hin îdiayan heya niha 108 kes ji bin kavilên avahiyê hatine derxistin, lê aqûbeta wan nayê zanîn.    RAGEŞÎ   Xizmên kesên di bin kavilan de, ji ber ku xebatên lêgerîn û rizgarkirin bi derengî tên xistin bertekê nîşan didin. Ji ber vê xizmên kesên di bin kavilan de û leşkeran de car carinan rageşî rû dide. Malbat serê sibehê xwestin biçin qada kavilan. Alîkariya gel û kesên ji bajarên derdorê hatine jî tê astengkirin.    PARÊZER LÎSTEYEK BELAV KIR   Parêzer Ferîde Laçînê ya li ser Baroya Amedê qeydkirî, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal lîsteya 64 kesên ku diyar kiriye di bin kavilên Navenda Kar a Diyar Galeriayê de ne belav kir. Laçînê di peyama xwe de ev agahî û nav belav kirin: "Hevalno tîm çi ji destê wan tê dikin, lê kavileke zehmet e. Ger em karibin tîmên alîkariyê yên ji derveyî welêt hatine bînin Amedê... WEXT PIR KÊM DIBE ÊDÎ   Nevroz Erdogan, Hatîce Ozge Tûncay, Serhan Ozdemîr, Sûleyha Ozdemîr, Derîn Çelîk, Şehmûz Elbat, Emîr Ûrakçı, Pelda Aygun, Alî İmran Ensarîoglû, Yûsûf Ozaydın, Fatma Zehra Çetîner, Serpîl Tokdemîr, Hadî Çîçek, Sedef Fatoş Ozdemîr, Ramazan Serhat Akyuz, Samet Ozdemîr, Îrmak Çelîk, Okyanûs Çelîk, Nûrûllah Elbat, Eylul Dayan ve aîlesî, Engîn Nûpelda, Dogrûer aîlesî, Emîrcan Çetîner, Merve Goruş, Maşallah Çeçîk, Ramazan Dûrgûn, Evîn Talay, , Samet Talay, Rozerîn Batmaz, Yasîn Batmaz, Ceylan aîlesî, Sîdar Bûlak, Eda Çaçan, Erdal Çaçan, Denîz Akçan Karan Akçan, Roda Akçan, Lîra Akçan, Halîl Tûna, Serdar Tûna, Sîdar Tûna, Ayhan Tûna, Zeynep Tûna, Zeleyha Bûlak, Kadîr Bûlak, Latîn Bûlak, Berna Erturk, Melîke Alp, Abdûllah Azîz Baver Alp, Bûrak Şahîn Bîryar Turkan, Suleyman Alaş, Mûstafa Yegîn, Alın Yegîn, Suleyman Gunduz ve aîlesî, Makbûle Arslan, Hûsamettîn Arslan, Abdûlkadîr Arslan, Eylem Arslan, Ruya Arslan, Kubra Arslan ve Tahîr Arslan.”   3 KES JI APARTMANA CENGÎZLERÊ HATIN DERXISTIN   Bi şev ji bin kavilên Apartmana Cengîzlerê ya li Semta Tesîslera ya navçeya Rezanê cenazeyê 3 kesan hat derxistin. Li vê avahiya 7 qatî 24 daîre hebûn. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.    9 KES JI APARTMANA AKARÊ HATIN DERXISTIN   Ji duh bi şev heya niha ji bin kavilên Apartmana Akarê ya 9 qatî ku li Kolana 482'yan a Kolana Emekê ya navçeya Rezanê cenazeyên 9 kesan hat derxistin. Tê derpêşkirin ku bi giştî 130 kes di apartmanê de hebûne.    4 ZAROK Û BAV DI BIN KAVILAN DE NE   Malbata Varişê ya ji 6 kesan pêk tê, bi temamî di bin kavilên Apartmana Akarê de ma. Malbat li qata 5'an a avahiyê dima. Heya niha cenazeyê dayik Zeynep Varişê hatiye derxistin. Bav Mûrat, zarokên wî Elanûr, Hêlîn, Mûhammed û Baran VAriş hê di bin kavilan de ne. Nayê zanîn ku bê ferdên mayî yê malbatê sax in an mirî ne.    APARTMANA SOZELÊ   Li Apartmana Sozelê ku li Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ji duh heya niha ji bin kavilan 4 kes bi saxî hatine derxistin. Mirovên ku tu xeberê ji xizmên xwe yên di bin kavilan de nagirin, parastin ku xebat kêm in û tîmên li vir ne xwedî tecrûbe ne. Şêniyekî lki bloka kêlekê ya avahiyê, anî ziman ku avahiya Sozelê tevî terasê 9 qat bûye û di sala 1996'an de hatiye çêkirin. Hin kesên li benda derxistina xizmên xwe yên di bin kavilan de ne, dibêjin Hevjînên hev W. û E. Talay û zaroka wan S. Talay (4) 3 roj in di bin kavilan de ne. Tu agahî bi kesên li wir li benda xizmên xwe ne nayê parvekirin û li derdora kavilan tim zêmarên kurdî olan didin.