Platforma Piştevaniyê ya Amedê ji bo Semsûr û Mereşê seferberî da destpêkirin 2023-02-08 13:16:45   AMED - Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê ragihand ku 5 TIR alîkarî bo mexdûrên erdhejê yên li Mereş û Semsûrê şandine û tîmek ji 300 dilxwazan û 60 endezyaran pêk tê şandin herêmê.    Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê piştî erdhejên çêbûn, demildest Maseya Krîzê saz kir. Platformê ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê xebatên xwe bi leztir kir. Platformê ragihand ku 5 TIR alîkariya pêdiviyên şexsî û jiyanî ku ji xurek, kon, betaniyê, cil, mama û bezên zarokan û pedên jinan pêk tên şandine ji bo mexdûrên erdhejê yên li Semsûr û Mereşê.    500 KES LI QADÊ NE    Platform li Amedê bi komek ji 200 kesî pêk tê dixebite û alîkariyê berhev dike. Platformê tîmek ji 300 kesên dilxwaz pêk tê şandin Semsûr û Mereşê. Platform destnîşan dike ku rewşa li Mereş û Semsûrê dijwar e û ji ber vê yekê jî ew giranî û girîngiyê didin van her du bajaran.    60 ENDEZYAR HATIN WEZÎFEDARKIRIN    Odeyên Avahîsazan û Endeyzaran yên şaxên Amedê ku pêkhateyên Platformê ne jî ji bo xebatên rizgarkirinê û tespîta xesaran 45 endezyar li Semsûrê wezîfedar kir û 15 endezyar jî li Mereşê wezîfedar kir. Tê payîn ku ev dilwaziya beşdariya xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berfirehtir bibe.    XEBATA TESPÎTKIRINA XESARÊN LI AMEDÊ   Li aliyê din Midûriyeta Bajarvanî û Derdorê ya Amedê li navenda bajêr dest bi tespîtên xesaran kir. Avahîsaz û endezyarên endamên TMMOB’ê jî mudaxilî xebata tespîta xesaran bûn.