'Em kavilan bi destê xwe dikolin û alîkariyê dixwazin lê dibêjin bisekinin’ 2023-02-08 12:49:45     SEMSÛR - Yek ji bajarên herî zêde ji erdhejê bûyî jî Semsûr e. Welatiyan got ku tîmên lêgerîn-rizgarkirinê gelemperî li dora walîtiyê kom bûne û wiha gotin: “Em hêvî û ricayê ji wan dikin ku bên, lê nayên. Em van kavilan bi destên xwe radikin. Tu kes tiştekî nake. Tenê ji me re dibêjin; ‘bisekinin, em tên.’”    Yek ji bajarên herî zêde ji erdhejê bandor bûyî Semsûr e. Li gel ku bi ser erdhejê re sê roj derbas bûne jî di asta tê xwestin de tîmên lêgerîn-rizgarkirinê li bajar nînin. Li her tax û kolanên bajar avahiyên rûxiyayî hene û xizmên kesên di bin xerabeyan mayîn li benda xebatan e. Welatiyan got ku bajar û kesên di bin kavilan de mayîn terkî qedera xwe hatine kirin û li pêşiya avahiya walîtiyê hewl didin xwe bigihînin rayedaran. Lê tevî vê yekê jî nikarin xwe bigihînin rayedaran. Welatiyên li pêşiya walîtiyê bibertek in.    ‘EM KAVILAN BI DESTÊN XWE RADIKIN’    Welatiyê bi navê Yaşar Selçûk ku li ser kavilekê dixebite wiha got: “Rayedar hene lê belê tenê bi rayedartiya xwe dimînin. Em makîneyên kar dixwazin lê xwe didin vî alî wî alî û tiştekî nakin. Dibêjin; ‘em bi awayekî koordîneyî dixebitin’ û paşguh dikin. Bi roja ye ez li vê derê me û 50 metreyan li aliyê min ê rastê avahiyek û 100 metreyan li aliyê çepê jî avahiyeke din vekirin. Em bi hêvî û rica jê re dibêjin wer in, lê nayên. Hema tenê kemçeyan jî bidin me bes e. Em kavilan bi destên xwe dikolin. Dibêjin tenê blokên betonan rakin. Tu kes tiştekî nake. Tenê ji me re dibêjin; ‘bisekinin, em tên.’”    Selçûk, got ku medyaya nêzî îktîdarê qala Semsûrê nake û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tiştên li Semsûrê diqewimin nayên ragihandin. Rayedarê ku jê re dibêjin walî, dibêje Semsûr pir kêm rûxiyaye. Lewma jî haya Tirkiyeyê pir kêm jê heye. Ne bi rêya qenalên fermî lê hemû kes bi rêya medyaya civakî bi rewşa Semsûrê hesiya. Dibînin bê ka em di çi rewşê de ne.”    'TÎM LI PÊŞIYA WALÎTIYÊ KOM BÛN’   Welatiyê bi navê Mîkaîl Ozkan jî got ku li tevahiya bajar geriyane û ev agahî parve kirin: “Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê tenê li pêşiya walîtiyê kom bûne. Di rêyan de makîneyên kar hene lê tu kes nizane bê ka dê çi bike. Hin kesên bi hêviya jiyanê dijîn hene lê tu kes nayê. Tenê gotinên jiberkirî dubare dikin. 5 jê li pêşiya walîtiypê sekinîne û ji bo nehêlin bi mirovan re hevdîtinê bikin li ber xwe didin. Em jê re dibêjin werin filane cihî bixebitin. Ji me re tenê dibêjin; ‘hemû tîm yek bi yek dixebitin.’ Em ji serekî bajarê heta serê din meşiyan lê me tu kes nedît. Lê dibêjin ku tîmên wan dixebitipn. Heyva Sor hat. Lê li deverekê pir xelet disekinin. Nayên cihê ku em jê re dibêjin.”    MA / Omer Akin-Ahmet Kanbal