Li navçeyên Hatayê cenaze li kuçeyê ne 2023-02-08 12:40:37   HATAY - Li Îskenderûn, Antakya û Samandagiyê, hê jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê tam nehatine destpêkirin. Li bajêr ku bi hezaran avahî hilweşiyane, ji ber ku ambulans û wesayîtên veguhastina cenazeyan tune ne, cenaze 2 roj in li ser sedyeyan li kuçeyê tên sekinandin.    Hê jî tu alîkarî negihaştiye Hatayê ku erdheja Mereşê bandoreke mezin lê kiriye. Heya niha li Hatayê nêzî hezar û 700 kesî jiyana xwe ji dest dane.    Rûxandina li navçeya Îskenderûnê dest pê kir, ber bi Antakya, Samandag, Kirikhan, Hasa û navçeyên din her diçe mezintir dibe. Li van navçeyên ku bandor ji erdhejê girtine av û ecryan tune ye. Ji ber ku stasyonên bazê texrîb bûne, bi taybetî li Antakya û Samandagiyê pirsgirêkeke mezina pêwendiyê heye. Li rêya Antakya-Samandagiyê dem bi dem hezaz çêdibin û rê bi erdê ve diçeê. Li bajêr ku hema bibêje xebatên lêgerîn û rizgarkirinê qet nehatine kirin, rayedarên bajêr ji Îskenderûnê wêdetir neçûne. Her wiha ji ber ku zirar gihîştiye nexweşxaneyên dewletê yên Antakya û Îskenderûnê jî, birîndar sewqî bajarênd erdorê tên kirin. Gava ambulans tune bin, welatî mirovan biw esayîtên xwe dibin nexweşxaneyan. Ji ber vê rêya Antakya-Belenê xitimiye.    CENAZE LI KUÇEYAN E   Duh danê sibehê li Îskenderûnê hin tîmên AFAD'ê jîd axilî nava xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûn ku leşkeran dabû destpêkirin. Ji ber ku li navçeyê ambulans û wesayîtên veguhastina cenazeyan tune ne, cenaze 2 roj in li ser sedyayan li derve tên sekinandin. Bi taybetî li Qada Paçê gelek kavil hene û xebatên tên kirin jî kêm in. Her wiha li gelek avahiyan jî agir rû daye û welatî şeva xwe li derve derbas dikin.   ANTAKYA BI TENÊ HATIYE HIŞTIN   Li navçeya Antakyayê jî li Taxa Armûtlûyê rûxandineke mezin çêbûye. Lê hê jî tîmên lêgerîn û rizgarkirinê negihîştine herêmê. Welatiyên ku bi derfetên xwe li xizmên xwe digerin, bertek nîşan didin û dibêjin: "Ka dewlet." Piraniya navçeyê hilweşiyaye û ji xeynî çend îtfaiyevan û xebatkarên AFAD'ê kes li herêmê tune ye. Li navçeyê ku bi sedan avahî hilweşiayne, cenazey yeko yeko ji bin kavilan tên dertxistin. Li navçeyê tevî tîma lêgerîn û rizgarkirinê, tîma alîkariyê jî tune ye. Ji ber ku konên li meydanê hatine vedan têr nakin, welatî li kuçeyan e. Her wiha di warê peydekirina av û xwarinê de jî pirgsirêk hene. Welatî di vê sir û seqemê de tî û bhirçî ne. Kesên xizmên xwe ji bin kavilan derdixin ji navçeyê dertên û bi sedan welatî jî li ber kavilan sekinandî ne.    LI SAMANDAGIYÊ TÎMÊN RIZGARKIRINÊ TUNE NE   Li navçeya Samandagiyê jî dem bi dem di warê gihaniyê de pirsgirêk rû didin. Ji ber ku li devereke rê hezaz çêbûye û rêya ber bi Antakyayê ve çûye xwarê, li hin cihan gihanî yekşerîd e. Rewşa Samndagiyê ne kêmî ya Antakyayê ye. Li navçeyê ji xeynî komeke îtfaiyeyê ya ji Mêrsînê hatiye, kêm leşker û tîmên lêgerînê hene. Li navçeyê ku bi sedan kavil hene, hê jî li hin avahiyan xebatên lêgerînê dest pê nekirine. Di dema xebatan de li kêm cihan vînç an jî makîneyên kar tên bikaranîn. Hê jî rayedarên fermî negihatine vir û niha xebat ji aliytê karkerên madenê yên ji Somayê hatine tên birêvebirin. Li navçeyê pirsgirêka di warê hêwirandin û xwarinê de heye. Şaredarê Samandagiyê refîk Eryilmaz anî ziman ku alîkariyên ji wan re tên, tênd esteserkirin û ber bi cihine din ve tên şandin.    Heman rewş li navçeya Kirikhan û Hassayê jî heye û hê jî tu kes xwe negihandiye navçeyan.    MA / Tolga Guney – Hamdûllah Yagiz Kesen