Platforma Mafê Hewayê Paqij ji bo ‘karesata duyemîn a erdhejê’ hişyarî da 2023-02-08 12:21:07   ÎZMÎR - Platforma Mafê Hewayê Paqij têkildarî karesatên duyemîn û xetereyên tenduristiya gel ên girêdayî wê çêdibin û xetereyên di dema xebatên lêgerîn-rizgarkirinê de derkevin holê hişyarî da.    Platforma Mafê Hewayê Paqij têkildarî erdheja navenda wê Bazarcix a Mereşê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku gelek made tev li hewa bûne û dibe ku pirsirêkên tenduristiyê yên mezin derkevin holê. Bi domdarî wiha hat gotin: “Li erdnîgariya erdhejan Tirkiyeyê ev rastî tên paşguhkirin.”    RÎSKA KÎMYEWΠ   Platformê diyar kir ku xetereya ji ber erdhejên yekemîn û erdhejokan hêj didome û ev agahî dan: “Bi erdhejê re xetereya karesata duyemîn derdikeve holê. Bi taybet jî herêmên pîşesaziyê xetereya heyî hêj zêdetir dike. Şewata ku di 6’ê sibatê de li Bendergeha Îskenderûnê dest pê kirî di roja sêyemîn de hate vemirandin. Rayedar nabêjin bê ka di konteynirên dişewtiyan de çi hebû. Nayê zanîn bê ka madeyên kîmyewî yên li tev li hewa bûne çi ne. Divê tavilê naveroka madeyên dişewitiyan bên eşkerekirin, di mijara xetereyên tenduristiyê de raya giştî bê agahdarkirin. Ev yek mijareke ewlehiyê ye.    PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ    Têkildarî şewata di xeta gaza xwezayî de derketî jî tu daxuyanî nehatin dayîn. Felaketên duyemîn ên di dema erdhejê û piştî wê de derdikevin holê; li herêmên erdhejê tesîsên depokirina berhemên petrolê, rafîneriya petrolê, pîşesaziya petro-kîmya, pîşesaziyên azot, gubre, soda, hesin-pola û kromê, xetên boruyên petrolê yên Kerkuk-Yumurtalik, Baku-Tîflîs-Ceyhanê, xetên gaza xwezayî û Santralên Termîkê yên Afşîn-Elbistan, ÎSKEN-Sugozu, Tufanbeylî, Hunutlu û gelek tesîsên ku rê li ber şewitîn, teqîn, qirêjiya hawirdorê ya kîmyewî vekin hene. Bi taybet jî li Kendava Îskenderûnê gelek xetereyan di xwe de dihewîne. Madeyên kîmyewî û dû ya ku ji ber şewat, teqîn û hwd. tevî hewa dibe, dê bi xwe re rê li ber gelek pirgirêkên tenduristiyê yên weke akut û kronîk veke.    Divê li tesîsên pîşesaziyê yên ku gazên talûke û madeyên dişewitînin-diteqin lê hene, tavilê tevdîrên ewlehiyê bên girtin.    TALÛKEYA ASBESTÊ    Li gor agahiyên ber dest, di encama erdheja 6’ê sibatê zêdetirî 10 hezar avahî rûxiyane. Beşekê van avahiyan, ên kevn in. Di dema xebatên lêgerîn-rizgarkirinê de hewceye li madeyên weke absestê hişyar bin û li dijî qirêjiya madeyên partîkula zêde jî maskeyên biqelîte bi kar bînin.”