WHO’yê ji ber erdhejê ‘Rewşa Lezgîn a Asta 3’yemîn’ ragihand 2023-02-08 12:07:13   ENQERE - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji ber erdhejên navenda wê Bazarcix e, “Rewşa Lezgîn a Asta 3’yemîn” ragihand.    Dîrektorê Herêma Ewropayê yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Dr. Hans Kliuge diyar kir ku ji ber erdhejên li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê qewimîne ew asta herî bilind a “Rewşa Lezgîn a Astay 3’yemîn” radigihînin.    “Rewşa Lezgîn a Asta 3’yemîn” tê wateya ku WHO wek sazî hemû derfet û hebûna xwe ji bo herêmên erdhejê seferber bike.