Li Islahiyeyê tîmên rizgarkirinê kêm in, welatî li ber kavilan sekinandî ne 2023-02-08 12:06:33   DÎLOK - Li Islahiyeyê ku nîviyê wê hilweşiayye, ji ber ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê pir kêm in, welatî bi awayekî bêçare li ber kavilan sekinîne.    Ji deverên ku zêde bandor ji erdheja Bazarcixa Mereşê wergirtine, yek jê jî navçeya Islahiye ya Dîlokê ye. Li navçeyê ku hema bibêje li navçeyê ji du avahiyan yek jê hilweşiyaye, qîrîn û hrês olan didin.    Gava mirov ji Dîlokê ber bi navçeya Islahiyeyê ve diçe, tê dîtin ku li Saçakgozu û taxên li nêzî wê Çakmakli, Karahoyuk û taxên din ên li seranserê rê gelek avahî hilweşiayne û tu xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nayên kirin. Malbatên ku li ber fabrîkeyên li Saçakgozu û avahiyên hilweşiyayî kon vedane gotin: "Li taxaê ku zêdetirî hezar malbat lê hene, cenaze li holê ne. Û rayedar nayên."    RÊYÊN DERLÊKETÎ Û PIRÊN HILWEŞIYAYÎ   Li ser rêya Islahiyeyê, lin nêzî Nûrdaxiyê rêyên dubleyî ku desthilatê xwe bi wan dipesinand derzên mezin li wan ketine û pirên li têketin û derketina navçeyê hilweşiyane. Ev rê û pirên xerabûyî nîşan didin ku bê bandora erdhejê çi qasî mezin e. Li hêla Islahiye û Nûrdaxiyê jî ber bi Dîlokê ve dengên ambulansan olan didin.    HER DER HILWEŞIYAYE   Ji ber ku zirar gihîştiye otobana Dîlok-Osmaniyeyê, rêya kevn a di navçeya Nûrdaxiyê re derbas dibe tê bikaranîn. Ji ber vê nêzî Islahiyeyê gelekw esayît li pê hev in. Wesayîtên ku ji bo di vê dora wesayîtan de asê nebin serî li rêyên alternatîf didin, di rêyên biherî de xwe digihînin ISlahiyeyê. Rêyên li têketina Islahiyeyê jî bandort ji erdhejê girtine. Li navçeyê ewilî avahiyên bi ser hev de hilweşiyane li ber çavan dikevin. Kavil, wesayîtên perçebûyî dîmena piştî şeran tînin bîra mirov.    LI BER KAVILAN SEKINÎNE...   Islahiyeyiyên ji erdhejê bi saxî filitîne zêmaran dilewbînin û li ber kavilan sekinîne. Welatî tînin ziman ku kesên di bin kavilan de peyam ji wan re şandine, lê alîkarî nayê kirin. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên li nav kavilan dixebitin, pir kêm in. Ji ber vê welatî li bendê ne ku hawariya wan a ji bo alîkariyê bê bihîstin û kesên di nav kavilan de dixebitin jî gotin: "Ji kerema xwe nekişîne, cenaze tê derxistin."    MA / Mujdat Can