Wezaretê wargeha ku zerar dîtî weke ‘Tesîsên di xizmeta gel de’ nîşan daye 2023-02-08 12:01:47   AMED - Wargeha Keçên Xwendekar a Suleyman Bîn Halîd ku di erdhejê de zerar dîtiye weke “Tesîsên di xizmeta gel de” hat ragihandin û ji bo welatiyên ji ber erdhejê mexdûr bûn hat vekirin.    Hate diyarkirin ku Wargeha Keçên Xwendekar a Suleyman Bîn Halîd a li Taxa Bagcilar a Rezana Amedê ku şagirtên zanîngehê lê diman ji ber erdhejê zerarek mezin dîtiye û hatiye valakirin. Wezareta Ciwanan û Werzîşê ji bo welatiyên ku ji ber erdhejê mexdûr bûne navên “Tesîsên di xizmeta gel de” aşkere kirin. Yek ji van tesîsan jî Wargeha Keçên Xwendekar a Suleyman Bîn Halîd e. Lê wargehê ji ber erdhejê zirarek mezin dîtiye û hatiye valakirin. Rayedaran aşkere kiribûn ku welatî neçin avahiyên ku zirar dîtîne. Lê welatiyên ku ji ber erdhejê mexdûr bûne tevî wargehê zirar dîtiye jî li wir hatine bicihkirin.    Her wiha hate zanîn ku tiştên xwendekarên ku ji bo betlaneya somestreyê çûne bajarên xwe li wargehê ne û bêyî ku xwendekar tiştên xwe bibin welatî hatine bicihkirin. Rêveberiya Zanîngeha Dîcleyê jî li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku heta agahiyeke din xebatên perwerdehî û hîndekariyê dane rawestandin.