Welatiya ji Elbistanê xwe gihandî MA’yê: Tevahiya bajar hilweşiya, alîkarî di roja sêyan de hat 2023-02-08 11:56:53   MEREŞ - Welatiya ku ji Elbistanê xwe gihand MA’yê da zanîn ku tevahiya navenda navçeyê rûxiyaye, xizmên wan ên di bin kavilan de bi rêya telefonê li wan geriyane lê ji ber ku makîneyên kar û tîmên rizgarkirinê dereng çûne, heta niha nekarîne xwe bigihînin tu kesên sax.    Di encama erdhejên navenda wan Bazarcix a Mereşê de gelemperiya navenda navçeya Elbistan a Semsûrê hilweşiya. Ji navçeyê welatiya bi navê Elîf Bozkurt xwe gihand Ajansa Mezopotamyayê (MA) û da zanîn ku di encama erdheja duyemîn de gelemperiya navçeyê hilweşiya ye. Bozkurt, diyar kir ku di encama erdheja ewil de tenê 3 avahî hilweşiya bûn û wiha domand: “Em heta demekî li kolanan man. Hewa gelek sar bû lewma demek piştre em dîsa ketin hundir. Lê belê di erdheja duyemîn de gelemperiya navenda navçeyê hilweşiya. Di avahiyê  nerûxiyayîn de jî xesareke mezin çêbû.”    TAX HILWEŞIYAN    Bozkurt ku mala wê li Taxa Saraykentê ye bi domdarî ev tişt anî ziman: “Li gel taxa me, her wiha txên Yunusemre, Kombet, Cumhuriyetê û navenda sûkê hilweşiya. Ev tax nêzî hev in lewma derfeta me çêbû ku biçin lê binihêrin. Ji roja ewil heta niha em li cemxaneyan, baxçeyên dibistanan û li kolanan agir hil dikin û wisa disekinin. Heta niha tu alîkarî negihiştine ber destê me.”   Bi domdarî Bozkurt destnîşan kir ku ji roja erdhej çêbûyî heta niha berf dibare û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tu alîkarî negihiştine me. Me heta niha tîmên AFAD’ê nedîtine. Xizmên me di bin kavilan de ne. Hinekan jê bi rêya telefonê xwe gihandin me û rewş vegotin. Tîmên desptêkê di roja duyemîn de hatin lê ji ber ku makîneyên kar tune bûn, nekarîn yek kesî bi saxî ji bin xerabeyan derxînin. Xizmên xwe bi rêya telefonê xwe digihînin me, di bin kavilan de ne lê heta niha jî me nekariye xwe bigihînin wan. Ji sermayê em nikarin li derve bisekinin. Her deqeyê şensê wan ê jiyanê kêm dibe. Di roja sêyemîn de makîneyên kar hatin. Kamyonên alîkariyê jî îro hatin. Lê heta niha jî tu alavên alîkariyê û kon nedane me.”    ‘ME NEKARÎ YEK KESÎ BI SAXÎ DERXÎNIN’   Bozkurt, got ku heta tîmên lêgerîn-rizgarkirinê hatin, wan hewl didan kavilan bi derfetên xwe rakin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me kavil bi destên xwe rakirin. Me heta niha nekarî yek kesî bi saxî derxînin. Yên ku em derdixînin, tenê cenaze ne. Ji ber berfê rêyên gundan hatine girtin. Telefon jî nakêşin. Lewma kesek nikare xwe bigihîne wan.”