Bacên erdhejê yên gel ku ve çûn? 2023-02-08 11:44:12   WAN - Pisporê Îstihdamê Sînan Ok diyar kir ku pêwîst e bê pirsîn ka 88 mîlyar 240 milyon lîre yên li Tirkiyeyê ji bacên erdhejê hatine bidestxistin û budçeya 4 û nîv trîlyon a ji bo sala 2023’yan bê bikaranîn ku ve çûn û anî ziman ku ev çavkanî diçin şer, rant û qesrê.    Li Tirkiyeyê piştî erdhejên ku di 17’ê tebaxê û 12’ê mijdara 1999’an de pêk hatin, bi Qanûna bi Hejmara 4481 a bi dîroka 26’ê Mijdara 1999’an bacên nû hatin anîn. Bi vê qanûnê bacên erdhejê (Weke bacên ragihandina taybet tê binavkirin) jî hatin wergirtin. Baceyên erdhejê yên wê demê ji bo salekê anîn bi Qanûna bi Hejmara 4605 heta 31’ê tîrmeha 2002’yan pişt re heta 31’ê kanûna 2003’Yan hate dirêjkirin. Bi qanûna hejmara 5228’an ku di 31’ê tîrmeha 2004’an de di Rojnameya Fermî de hate ragihandin baceya ku ji bo salekê anî bûn, mayînde kirin. Îro jî ji navgînên ragihandinê yên tên bikaranîn ji sedî 10 baca ragihandinê ya taybet (baca erhejê) tê wergirtin.    Li Tirkiyeyê ji bacên erdhejê yên 24 salan hatin komkirin 88 mîlyar û 240 milyon lîre hatine bidestxistin. Navenda wê Mereş û Dîlok erdhejên dijwar pêk hatin û gelek herêm jê bandor bûn. Vê yekê jî gotina “baceyên erdhejê” yên yekser ji bo xezîneyê hatin şandin pirsa “ku ve çûn?” anîn bîra mirovan.    Pisporê Îstîhdamê Sînan Ok ê têkildarî mijarê axivî, diyar kir ku li Tirkiyeyê bacên erdhejê weke bacên din ji “şer, rant û qesrê re” diçin.    XIZMETÊN KU PÊ PESNÊN XWE DIDAN HILWEŞIYAN   Ok, anî ziman ku piştî erdhejên navenda wan Mereş û Dîlok careke din rûyê desthilatê yên rast derket holê û wiha got: “Rê, balafirgeh, pir û avahiyên cemaweriyê ku bi salan e dibêjin em çêdikin hilweşiyan e û di rewşeke ku nikarin xizmeta cemaweriyê bikin de ne. Bi dehan zêdetir bajar, navçe, tax û gund hene. Mirov hewceyî bi nanekê kirine. Baceyên erdhejê yên ku heta niha hatine komkirin dikarîn di foneke cuda de hatibûna komkirin û ji bo amadekirina tîmên rizgarkirinê, perwerdehiya kadroyan û ji bo peydakirina alavên pêwîst ên ji bo roja îro hatibûna bikaranîn. Lê mixabin ev tişt nehate kirin.”   BUDÇE DIÇE ŞER Û RANTÊ    Ok, bal kişand ku tişta were axaftin divê ne tenê baceya erdhejê be divê were nêrîn ku 4 trîlyonên îsal werin bikaranîn ji ku derê re hatine şandin û wiha berdewam kir: “Niha bi milyonan mirov birçî, serma û li derve ne, divê em bipirsin ka budçeya Tirkiyeyê dîsa diçe ku derê. Ev dewlet ji bo çi heye? Heke dewlet îro nêzî 60 saet in hêj negihiştibe gel û ji kavilan mirov dernexistibin ew dewlet dewleteke pûç e. Ji ber vê yekê heke xizmeteke cemaweriyê ya bê kirin hebe divê îro were pêşkeşkirin.”   EFÛYA ÎMARÊ: QANÛNA CÎNAYETÊ YE   Ok, ji ber ku di civakê de hêj hişmendiya erdhejê tune ye gazin kir û wiha got: “Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê ya 2021’an raporek amade kir. Lê rapor li ser kaxizê ma. Esas di wê raporê de divê çi bê kirin hatibû nivîsîn lê mixabin pêk neanîn. Bi salane mirovên zanyaar dibêjin ku divê çi bê kirin, diyar dikin ku divê bajar çawa bên îmarkirin. Ji ber ku cara ewil nîne ku li Tirkiyeyê erdhej çêdibin. Li Tirkiyeyê dikaribû pêşî li erdhejan hatibûya girtin lê desthilatê bi navê ‘efûya îmarê’ qanûneke cînayetê derxist. Em dibînin ku bi qanûna cînayetê îro bi deh hezaran mirov terkî mirinê hatine kirin. Divê were lêkolînkirin ku ew avahiyên hatine hilweşîn çend ji wan ji ‘efûya îmarê’ re derbas bûne. Divê ew fîrma û mutehidên ew nexweşxane, rê, lîman avakirine îro hesabê bidin. Tiliya wan di mirina evqas mirovan de heye. Divê kesên ev rant kirine û desthilata ev rant ji wan re peyda kiriye hesabê bide. Ev desthilat ji hezaran canên mirovan berpirsyar e.”   4 TRÎLYON Û NÎV KU VE ÇÛN?   Ok, destnîşan kir ku bobelatên çêbûn û tabloya biêş tenê bi bacên erdhejê nikare bên rastkirin û wiha got: “Li vê derê pirsîna 4 trîlyon û nîv budçeya ji erdhejê re hatiye veqetandin girîng e. Heke polîtîkayeke li ser mirovan, jiyan û mafan bihata meşandin, em ê di vê erdhejê de bi krîzeke evqas mezin re rûbirû nemana. Divê hêza mirovên bi unîforma di bobelatên wiha de bi perwerde bin. Civak ji bo ewlehiyê wan fînanse dikin lê dema em lê dinêrin leşker û polîs jî weke ji mirovên rêzê nekarine mudaxileyî kavilan bikin. Ji ber vê yekê mayîna wan a li wir rewşeke ewlehiyê dernaxîne holê. Divê ev tabloya biêş êdî neyê jiyîn û êdî bi awayekî cidî em xwe amade bikin.”   MA / Cengîz Ozbasar - Berîvan Kûtlû