Li Bazarcixê dem dema piştevaniyê 2023-02-08 11:22:34   MEREŞ - HDP û komeleyên li herêmê, li Bazarcixê alîkariya mexdûrên erdhejê dikin û hunermendên hatin navçeyê jî ji bo alîkariyê bang kirin.    Bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û komeleyên herêmê, li navenda erdhejê Bazarcixa Mereşê, dest bi cebirandina birînan hat kirin. HDP û komeleyên herêmê, pêdiviyên bingehîn gihandin welatiyên bi rojan e di sir û seqemê de li derve ne. Dilxwazan betanî, pêlavên zarokan, nivîn, kinc û montan belav dikin. Her wiha nan, av û zexîre jî tên belavkirin.    HUNERMEND Û RÊXISTINÊN CIVAKÎ LI BAJÊR IN   Ji Amed, Şirnex û bajarên derdorê dilxwaz hatin navenda erdhejê. Şanoya Bajêr a Amedê, Ma Musûc, Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û desteya Koordînasyona Bajêr a Amedê TMMOB û Platforma Şaxên KESK'ê ya Şirnexê jî di nav de gelek rêxistinên civaka sivîl hatin bajêr û daxilî nava kampanyayê bûn.    KANÎWAR: DEMA SEFERBERIYÊ YE   Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar ku hat bajêr, wiha bang kir: "Rewşa li vir pir xirab e. Pêdivî bi lazmatiyên jiyanî heye. Her wiha pêdivî bi dilxwazan heye. Dem dema seferberiyê ye. Em jî li cem gelê xwe ne."    AKKÛZÛ: ÊN DIKARIN BILA BÊN   Ji Şanoya Bajêr a Amedê şanoger Yavûz Akkûzû jî bang kir: "Li vir gelek karê ku bê kirin heye. Em ji saet di 04.00'ê sibehê de alîkariyan li kamyonan bar dikin. Ên dikarin bên vir, bila bên û yên niakrin bên jî dikarin pêdiviyên bingehîn bişînin."    Ji Amedê jî gelek kes bi derfetên xwe hatin bajêr û kêliyekê be jî dest bi cebirandina birînan kirin. Du ciwanên ku ji Amedê bi derfetên xwe hin amûrên jiyanî bi qamyonetekê anîn navçeyê, li bara bazarcixiyan bû cihê şanaziyê. Welatiyên ku zexîrayn belav dikin jî ji bo alîkariyê bang kirin.    Her wiha ji bajarên cuda jî gelek rêxistinên cuda alîkarî gihandin şêniyên bajêr. Alîkarî piştî ku ji aliyê AFAD'ê li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê tyên komkirin, li welatiyên ku tênv ir tên belavkirin.    ŞAREDARIYA AKP'Î NAXEBITE   Ji roja ku erdhej çêbûye heya niha şaredariya AKP'î tu xebat nekiriye û ev bûye cihê bertekên mezin.    MA / Azad Altay - Abdûrrahman Gok