Li Golbaşiyê mal nema ye ku xesar nedîtibe 2023-02-06 20:06:26   SEMSÛR - Di encama erdhejên li pey hev de li navçeya Golbaşiyê bi dehan avahî û kargeh hilweşiyan û hema hema mal nemaye ku xesar negihiştibê.   Li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileya 7,7’an erdhej çêbû. Yek ji deverên herî ji erdhejê bibandor bûy jî navçeya Golbaşi ya Semsûrê ye. Hemû rêyên digihijin navçeyê qelişîn û ajokaran nekarîn biçin navçeyê.   DI HEMÛ AVAHIYAN DE XESAR ÇÊBÛ   Li bajar hewayekî sar heye û şilope dibare. Ji ber erdheja ewilî hema hema xesar gihiştiye hemû malan. Û bi dehan avahî jî hilweşiyan e. Hinek avahiyên ku ji ber erdheja ewilî ziyan gihiştibûyê jî bi erdheja nava rojê ya di 13,45’an de hilweşiyan. Li gel avahiyên partiyê yên CHP, Partiya Îyî û saziyên fermî, her wiha avahiyên ku stasyonên bazê lê jî hilweşiyan.   AV, CEYRAN Û ŞEBEKE QUT BÛNE   Piştî erdhejê, şebekeyên telefonan hatin qut bûn. Li bajêr derfetên peywendîdanînê pir kêm in û ji deqeya destpêkê heta niha jî hem av û hem jî ceyran qut bûye.   TENÊ KOMEK JÎ TUNE YE   Li gel nebûna av, ceyran û şebekeye, her wiha bajar terkî qedera xwe hatiye kirin û tenê yek komeke lêgerîn û rizgarkirinê tune ye. Gel hewl dide kesên li navenda bajar û kolanên bajar di bin xerabeyan de ma ne rizgar bike. Li bajarê ku hemû kargehên wê hatine girtin, firne jî naxebitin.   LI DORA AGIRÊ VÊXISTIN XWE GERM DIKIN   Kal, zarok û jinên ku neçar man malên xwe biterikînin, ji ber hewayê sar li kolanan agir hil kirine û xwe li ber germ dikin. Welatiyên ku hêj jî tirsa erdhejê ji ser xwe neavêtine, bi bertek in ku alîkarî pê re nayê kirin.   DEWLET LI KU YE?   Ji mexdûrên erdhejê Îbrahîm Duran bi Ajansa Mezopotamyayê  (MA) re axivî, da zanîn ku ji şevê din heta niha li derve ne. Duran got ku her deh deqeyan carekî erdhejek çêdibe û avahiyên saxlem jî ji ber van erdhejan hildiweşin.   Bi domdarî Duran pirsa “Dewlet li ku ye” kir û axaftina xwe wiha qedand: “Ka konteynirên wan? Ka nî AFAD? Em ê ne ji ber erdhejê lê ji ber sermayê bimrin. Gelo ev mirov dê xwe çawa germ bikin? Me heta niha kesek nedîtiye. Tu rayedarek tune ye. Tenê Şaredariya Golbaşiyê dixebite. Tenê yek rayedar jî li vir nîne. Heyf e, guneh e.”   MA / Abdurrahman Gok - Azad Altay