Nûçegihanên MA’yê li navenda erdhejê ne: Tu xebat tune ne, gel bi mirinê re rû bir û hatiye hiştin 2023-02-06 19:39:01   MEREŞ – Nûçegihanên MA’yê ku cara ewil gihaştin Bazarcixa Mereşê, ragihandin ku avahiyeke saxlem jî nemaye û xebatên lêgerîn û rizgargirkirinê tune ne û alîkarî nagihîje navçeyê. Erdheja bi pileya 7,4’an li Mereşê û ya bi pileya 6,4’an a li Dîlokê li Amed, Rihaî Meletî, Osmaniye, Mêrdîn, Edene, Hatay û Semsûrê bû cihê karesatên mezin. Em Ajansa Mezopotamyayê ku ewil gihaştin navenda erdhejê Bazarcixê, me texrîbat û ziyana erdhejê li cihê cihê raçav kir. Li navenda erdhejê Bazarcixê, pêwendîdanîn tune ye. LI NAVENDA ERDHEJÊ XEBAT TUNE NE! Li navçeyê ku gelek avahî lê xera bûne, piraniya avahiyên li ser pêyan xesar dîtine. Çendî Bazarcix navenda erdhejê ye jî, heya niha lê tu xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatine kirin. Li navçeyê ku li du kavilan xebateke qismî hatiye kirin, hem ekîbên şaredariyê hem jî gel bi bertek in. Xebatkarên şaredariyê û karkerên înşeata ku hatine cihê kavilan, anîn ziman ku tu perwerdehî wergirtine û tu rayedarekî ku wan koordine bike tune ye û xwestin demildest alîkarî bê kirin. Hat hînkirin ku di bin kavilên Apartmana Yoksûlê de 5 jê zarok herî kêm 11 kes di bin kavilan de ne. Hat diyarkirin ku piştî ku avahî kavil bûye, tenê du cendirme hatine gotine “deng heye gelo?” Piştî vê deng ji kavilê hatiye, lê piştî erdheja duduyan a saet di 13.24’an de çêbû, deng biriyaye. Her wiha hat hînkirin ku li taxeke din di bin kavilan de jineke 70 salî heye. PIŞTÎ KU ALÎKARÎ NEHAT KIRIN DENG JI WAN BIRIYA! Li navçeyê ku bandora erdhejê hê jî lê didome, piştî erdheja saet di 13.24’an de avahiyên di erdheja ewil de texrîb bûbûn, hemû hilweşiyan. Avahiyeke 5 qatî ya li Kolana Ataturkê k udi erdheja ewil de xesar dîtibû, di erdheja duduyan de xera bû. Hat hînkirin k udu mamoste û jineke extiyar a ji Amedê hatiye cem keça xwe di bin kavilan de mane. ÊN DI BIN KAVILAN DE BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ HATINE HIŞTIN! Li navçeyê gel di konên serobero de dimînin û heya niha tu alîkarî negihaştiyê. Li navçeyê baraneke dijwar dibare û gel li kuçeyan xwe li ber agir germ dikin. Mexdûrên erdhejê doza konan û zexîre dikin û bertek nîşanî guhendêriyê kirin. MA / Abdurrahman Gok - Azad Altay