Seroka Partiya Demokrat Oneren ji bin xerabeyan hate derxistin 2023-02-06 19:31:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Partiya Demokrat Elîf Torun Oneren kul i Antakya ya Hatayê di bin xerabeyên avahî de ma bû, hate rizgarkirin. Ji bo dîtina keça Oneren jî xebat berdewam in. Li Mereşê bi pileya 7,7’an û li Dîlokê jî bi pileyên 6,5 û 6,4 erdhej çêbûn. Bandoreke giran a erdhejê li ser Hatayê jê çêbû û bi sedan avahî hilweşiyan. Xebatên rizgarkirina welatiyên di bin kavilan de mayîn didomin. Partiya Şoreşger a Yekbûyî bi daxuyaniyekê ragihand ku Seroka Giştî Elîf Torun Oneren ji bin xerabeyan hatiye derxistin. Têkildarî rewşa tenduristiyê ya Oneren tu agahî nehatin parvekirin û hat zanîn ku ji bo dîtina keça Oneren, Eylem Aydin xebatên lêgerînê didomin. Partiya Şoreşger a Yekbûyî li ser hesaba xwe ya fermî ev peyam parve kir: “Demek beriya niha Hevseroka me ya giştî Elîf Torun Oneren ji bin xerabeyan hate derxistin. Xebatên rizgarkirinê yên ji bo keça wê Eylem Aydin jî berdewam in.”