Li Rihayê avahiyek din jî hilweşiya 2023-02-06 19:17:16   RIHA – Li Rihayê û navçeyên wê ku di encama erdhêjê de gelek avahî hilweşiyan, lêgerîna li avahiyên hilweşiyayî didome.  Erdheja ku îro ber destê sibehê bi pileya 7,8 û li Dîlokê bi pileya 6,4’an pêk hat, bandor li gelek bajarên herêmê kir. Di encama êrdhejê de gelek avahiyên bajar û navçeyên Rihayê hilweşiyan. Li gor daneyan li Rihayê zêdetirî 27 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûne. Piştî nîvro jî vê carê li Elbîstanê erdhejeke bi pileya 7.5’an çêbû. Di vê erdhejê de ku bandor li Rihayê jî kir, li bajêr avahiyek din jî hilweşiya. Tê gotin ku di vê avahiyê de tu kes tune bûye. Lê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li avahiyên hilweşiyayî yên din didomin.