Biden fermana alîkariyê da 2023-02-06 19:14:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA’yê Joe Biden diyar kir ku rewşa mexdûrên erdhejê ji nêz ve dişopînin û ji bo pêşkeşkirina her cureyên alîkariyê jî ferman da ye. Serokê DYA’yê Joe Biden têkildarî erdheja li Tirkiyeyê çêbû û li Sûriyeyê jî rê li ber hilweşîneke mezin vekir, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir. Biden, diyar kir ku ji ber hilweşîn û windahiyên mirovan pir xemgîn bûne û ev tişt anî ziman: “Min ferman da ekîba xwe ku bi awayekî koordîneyî li gel Tirkiyeyê tevbigerin, rewşê ji nêz ve bişopînin û her cureyên alîkariyê bidin.”