Herêma Kurdistanê petrola ji bo Tirkiyeyê dişand da sekinandin 2023-02-06 15:59:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Federe ya Kurdistanê di çarçoveya tevdîrên erdhejê de petrola ji Tirkiyeyê re dişand da sekinandin.    Rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê ji ber erdheja li navend Mereşê pêk hatî, petrola ji Tirkiyeyê re da sekinandin. Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Federe ya Kurdistanê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Ji ber erdhejên li Tirkiye û Sûriyeyê, bi mebesta ewlehiya petrolê û pêşîlêgirtina rewşên neyînî, ji serê sibehê ve petrola ji Herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê dihat şandin, hatiye sekinandin.”