Li Meletiyê tîmên lêgerîn û rizgariyê di bin kavil de mane 2023-02-06 15:53:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê CHP’ê Velî Agbaba diyar kir ku ji ber erdheja duyemîn a li Meliyetê pêk hat, tîmên rzigarkirinê di bin kavilê avahiyê de mane.    Li Mereşê û Dîlokê erdhejên dijwar pêk tên. Li bajarê Meletiyê jî xesarek mezin çêbûye. Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê û Parlamenterê Meletiyê Velî Agbaba rewşa li bajêr nirxand û destnîşan kir ku di erdheja duyemîn de li Meletiyê tîmên lêgerîn û rizgariyê ku dixebitîn, di bin kavilê avahiyê de mane. Velî Agbaba da zanîn ku ew li benda piştevanî û alîkariyê lezgîn in û karesata li bajêr xwe radixe ber çavan. Agbaba got gelek avahiyên din jî di erdheja duyemîn de hilweşiyan e û erdhejek dijwar pêk hatiye.