Parlamenterê CHP’î: Li Hatayê AFAD tune ye, cenazeyên me li erdê ne 2023-02-06 15:34:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera CHP’ê yê Hatayê Suzan Şahîn diyar kir ku komên AFAD’ê ji bo Hatayê nehatine şandin û wiha got: “Cenazeyên me li ser peyarêyan disekinin.”    Li Mereşê bi pileya 7,7’an erdhej çêbû û bandor li 10 bajaran kir. Hêj niha jî gelek caran heman bajar dihejin. Yek ji bajarên ku ji erdhejê bibandor bûy jî Hatay e. Ji ber erdhejê li Hatayê gelek avahî hilweşiyan. Parlamentera CHP’ê ya Hatayê Sûzan Şahîn beşdarî bernameyeke televîzyonê bû. Şahîn, rewşa giran a bajar vegot û da zanîn ku komên AFAD’ê ji bo bajar nehatine şandin.    Şahîn rewşa bajar bi van gotinan anî ziman: “AFAD nehat vê derê. Ev tê wê wateyê ku ji vê saetê û şûnde em ê kesên di bin xerabeyan de winda bikin. Li Îskenderûnê 32 avahî hilweşiyan. Bi ser re 8 saet derbas bûn lê hêjta tu xebat nehatine kirin. Rewşa hewa gelek xerab e. Mirov li kolanan dimînin. Cenazeyên me li ser peyarêyan e. Bi tu awayî komeke ku koordînasyonê pêk bîne nehate vê derê. Bandor li balafirgehê jî kir û balafir nikarin dakevin. Bila AFAD were vê derê. Êdî bes e. Mirov digirin. Li navendên kombûnê deverên biewle tune ne.”    Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay di daxuyaniya xwe ya dawî de diyar kiribû ku li Hatayê 4 kesan jiyana xwe ji dest dane, 7 kes birîndar bûne û 200 avahî jî hilweşiyan e.