Meclisê hefteyek navber da xebatên xwe 2023-02-06 15:06:57   ENQERE – Meclisê, ji ber erdheja li Kurdistanê hefteyekê navber da xebatên xwe.    Ji ber erdheja bi pileya 7,7 ku navenda wê Bazarcix a Mereşê çêbû û li gelek bajarên bakurê Kurdistanê rê li ber hilweşîneke mezin vekir, Meclisê navber da xebatên xwe. Serokwekîlê Koma AKP’ê Mûstafa Elîtaş da zanîn ku Meclisê ji ber erdhejê hefteyek navber daye xebatên xwe.