Miduriyeta Girtîgehan: Li girtîgehan mirî birîndar nînin 2023-02-06 15:06:15   ENQERE - Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan daxuyand ku li girtîgehên li herêma erdhejê tu pirsgirêk nîne.    Erdheja ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê ya bi pileya 7,4 pêk hat li gelek bajarên bakurê Kurdistanê bû sedemê hilweşînê. Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan têkildarî rewşa girtiyên li girtîgehên li herêma erdhejê ne daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tu girtî û hikumxwarên ku li girtîgehên li herêma erdhejê ne birîndar nebûne û jiyana xwe ji dest nedane. Ji bo mehkûm û girtiyên li saziyên ceza û înfazê yên li herêmê dimînin bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin, derfetên pêwîst tên dayîn.”