Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê ji bo mexdûrên erdhejê kampanya da destpêkirin 2023-02-06 14:56:57 DERSIM - Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo mexdûrên erdhejê kampanyaya piştevaniyê da destpêkirin.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê bi mebesta piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re kampanya da destpêkirin. Platformê ji bo malbatên ku xizmên xwe winda kirine serdaxî xwest û wiha got: “Pêdiviyên weke kon, konserve, xurekên hişk, tilûmê xewê, betaniye, mat, mont, sol, cilên zivistanê yên nehatine bikaranîn, gore, kum, lepik, pedên jinan, mamayê zarokan, sobayên ceyranê, powerbank, pêdiviyên sereke ne.”    Dê alîkariyên di çarçoveya kampanyayê de bên berhevkirin, li Navenda Jiyanê ya jinan a Şaredariya Dêrsimê bên komkirin û li kesên mexdûr bên belavkirin. Yên ku dixwazin alîkariyê bikin dikarin li ser hejmara telefonê ya 0428 212 13 27’an peywendiyan dayne.