Li Mereşê bi pileya 7.5 erdhejek din pêk hat 2023-02-06 14:56:22   MEREŞ - Rasatxaneya Kandîllî ragihand ku erdhejek din a bi pileya 7.5 ku navenda wê Gozpinara Mereşê ye pêk hat.    Di serî de li Mereşê û li gelek bajarên din rûdana erdhejê didome. Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşa Lezgîn (AFAD) ragihand ku erdhejek din saet li 13.24’an bi pileya7.5 pêk hat. Navenda erdhejê wek navçeya Gozpinar a Mereşê hat diyarkirin û 16.4 di bin erdê de pêk hatiye. Erdhej li Enqereyê, Riha, Amed, Meletiyê û Edeneyê jî hat hîskirin û gelek avahî hilweşiyan û xesar gihîşt avahiyan.