Erdogan: Di erdhejê de heta niha 912 kesan jiyana xwe ji dest dan 2023-02-06 14:48:55 NAVENDA NÛÇEYAN – Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan diyar kir ku di encama erdheja Mereşê ya bi pileya 7,7’an de 912 kesan jiyana xwe ji dest dane, 5 hezar û 383 kes jî birîndar bûne.    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan têkildarî erdheja bi pileya wê 7,7 ku navenda wê Mereş bû û bandor li 10 bajaran kir, li Serokatiya AFAD’ê daxuyanî da. Erdogan, got ku piştî erdheja Erzînganê ya di sala 1939’an, mezintirîn karesatê dijîn û wiha got: “Ji bo alîkariyê, li rex waliyên 10 bajaran her wiha 10 waliyên din jî hatine peywirdarkirin. Di halê hazir de 9 hezar xebatkar tev li xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûne. Heta niha 912 hemwelatiyên me jiyana xwe ji dest dan û 5 hezar û 385 hemwelatî jî birîndar bûne.”