AFAD û Kandîlliyê pileya erdhejê weke 7.7 revîze kir 2023-02-06 14:47:40   NAVENDA NÛÇEYAN - AFAD û Rasatxaneya Kandîlliyê pileya erdhejê weke 7.7 revîze kir.    Serokatiya Rêvebirina Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD), pileya erdheja li navçeya Bazarcix a Mereşê a di serê sibehê saet di 04.17’an de çêbûbû weke 7,4 ragihandibû lê ev pileye weke 7,7 revîze kir. Rasatxaneya Kandîlliyê jî daneya xwe guherand û weke 7,7 revîze kir.    AFAD’ê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Îro di danê sibehê saet di 04.17’an de li Bazarcix a Mereşê piştî xebatan sîsmolojîk weke 7,7 hate diyarkirin.”    Rasatxaneya Kandîlliyê û Enstîtûya Lêkolînkirina Erdhejan mezinahiya moment a erdhejê weke 7,7 ragihand.    Saziya Lêkolînên Jeolojiyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (USGS) jî mezinahiya erdhejê weke 7,8 diyar kir.