KCK’ê ji bo erdhejê banga seferberiyê kir 2023-02-06 12:07:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî erdhejê ev peyam parve kir: “Di serî de gelê Kurdistanê, divê hemû kes bi ruhê seferberiyê tevbigere û hemû derfetên xwe seferber bikin.”    Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî erdheja Mereşê ya bi pileya 7,4 û erdhejên Dîlokê yên bi pileya 6,4 û 6,5’an daxuyanî weşand. KCK’ê diyar kir ku divê di serî de gelê Kurdistanê, hewceye hemû kes bi ruhê piştevaniyê tevbigere. KCK’ê destnîşan kir ku divê gel xwe li benda derfetên dewletê nesekine û birînên xwe bi derfetên xwe bipêçin. Daxuyaniya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye: “   Îro serê sibehê erdhejeke mezin rû da ku navenda wê Bazarcix a Mereşê bû û di serî de gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bandor li gelek bajarên li derdorê kir. Em destpêkê ji gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re sersaxiyê dixwazin, bila rehma Xwedê li kesên jiyana xwe ji dest dane, bibe û şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazin. Em êşa gelê xwe û ya her kesên erdhejê bandor li wan kirine, parve dikin. Li gorî agahiyan erdhejê bandor li gelek bajarên Rojava û Suriyeyê jî kiriye û gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. Em heman hest û daxwazan ji bo xelkê xwe yê li Rojava û gelên Sûriyeyê jî parve dikin.   SEDEMA XESARAN ÎKTÎDARA AKP-MHP’Ê YE KU TEVDÎR NEGIRTIN   Sedema rûdana xisara ewqasî mezin a vê erdhejê dewlet e û desthilatdariya AKP-MHP'ê ye ku dewletê bi rê ve dibe. Desthilatdariya AKP-MHP'ê her cara ku erd diheje hin hewldanên xapînok nîşan dide û bi vî rengî hewl dide bide xuyakirin ku alîkariyê bi gel re dike. Ev hewldan hemû ji bo nixumandina sûcên xwe ye. Desthilatdariya AKP-MHP'ê li hemberî erdhejê ti tedbîrê nagire, çavkaniyên welêt hemûyan pêşkêşî alîgirên xwe dike û ji bo şerê li dijî gelê Kurd bi kar tîne. Dema ku li hemberî erdhejê tedbîrên pêwîst bêne wergirtin, pêşî li xisara ji ber erdhejê dikare bê girtin, lê belê AKP a ku zêdeyî 20 sal in li desthilatdariyê ye heta niha ti tedbîr negirtiye û her erdhej bûye sedema xisar û windahiyeke mezin. Li cografya ku Tirkiye û Kurdistan lê ye xetên fay hene û ji ber ku rîska erdhejê li vê herêmê gelekî bilind e, avahî û sîstema binesaziya wê divê li gorî vê yekê bêne avakirin. Lê belê desthilatdariya AKP-MHP'ê ku hikumeteke şer û nelirêtiyê ye, wergirtina tedbîrên li hemberî erdhejê li aliyekî, budçeya ji bo erdhejê tê veqetandin jî jê dixwe û li polîtîkayên şer bi kar tîne. Lewma sedema windahî û xisarê desthilatdariya AKP-MHP'ê ye ku ji wergirtina tedbîran berpirsyar e, lê belê ti tedbîran wernagire.   BANGA SEFERBERIYÊ   Ji ber erdhejê em vê bangê dikin; di serî de gelê Bakurê Kurdistanê divê her kes bi ruhekî mezin ê piştevaniyê tevbigere û derfetên xwe hemûyan seferber bike. Gelê me, bêyî ku li benda dewletê bisekine, li her derê divê derfetên xwe bikar bîne û birîna xwe bi xwe bipêçe. Li gel karên rizgarkirinê, ji ber şert û mercên zivistanê divê mal û derfetên xwe bi mirovên malên wan xera bûne re parve bike. Saziyên demokratîk jî divê bi gel re piştevan bin, xwe bigihînin mirovên ku pêwîstiya wan bi piştgiriyê heye û alîkariyê bi wan re bikin. Gelê Kurdistanê yê li derveyî welat jî ji ber erdhejê divê piştgiriya welêt bike. Ev erdheja ku bû sedema windahî û xisareke mezin, bi piştevaniya gel û saziyên demokratîk, bi parvekirina derfetan û piştevaniya bi hev re dikare bê bihurandin. Em careke din ji ber windahiyên li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê, Rojava, Sûriye û deverên din, sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Em diyar dikin ku piştgiriya her kesî dikin ên ku erdhejê bandor li wan kiriye, êş û hestên wan parve dikin. Em di wê baweriyê de ne ku weke gel bi parvekirina derfetên xwe û bi piştevaniyê dikarin vê pêvajoya zehmet û bi êş derbas bikin."