Kêliya ku li Rihayê avahî hildiweşiya hatin kişandin 2023-02-06 11:07:25   RIHA - Ji ber bandora erdheja li Mereşê, li Rihayê herî kêm 20 avahî hilweşiyan. Kêliyên hilweşîna avahiya ji ber erdhejê ziyaneke mezin gihiştibû hatin parvekirin.    Li Mereşê bi pileya 7,4 û li Dîlokê jî bi pileyên 6,5 û 6,4’an erdhej çêbûn. Di encama erdhejê de li Wan, Erdexan, Dîlok, Mereş, Riha, Semsûr, Amed, Meletî, Osmaniye, Hatay û li gelek navçeyan bi sedan avahî hilweşiyan. Her wiha bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî di binê xerabeyan de man. Li gorî daneyên fermî, di encama hilweşîna avahiyan de 284 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 323 kes jî birîndar bûne. Lê tê gotin ku hejmara birîndaran gelek zêdetir e.    KÊLIYA HILWEŞÎNA AVAHÎ KETE BER KAMERAYAN   Li Bahçelîevler, Xaçerêya Abîde, Xaçerêya Uçaksavar, rêya 24 metre û li gelek deverên Rihayê herî kêm 20 avahî hilweşiyan. Xebatên rakirina xerabeyên van avahiyan didomin. Avahiyeke ku li Taxa Bahçelîevlerê di erdheja ewil de ziyan gihiştibûyê, hilweşiya. Kêliya hilweşîna avahî ji hêla kamerayan ve hate kişandin. Hat ragihandin ku avahî nehatiye tehliyekirin û di bin xerabeyan de birîndar hene.    XEBAT BERDEWAM IN   Hat ragihandin ku li navçeyên Şehîtkamîl, Şahînbey, Islehiye û Nûrdagiyê, li navenda Semsûrê û navçeyên wê Kolik û Besniyê û li navçeya Bazarcix a Mereşê gelek avahî hilweşiyane û xebatên rakirina xerabeyan didomin.    BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ    Her wiha li bajarên Kobanê, Qamişlo, Dêrik û jîngehên ser xeta sînor jî ji erdhejê bibandor bûn. Hat zanîn ku bi dehan mal hilweşiyane lê têkildarî mirî û birîndaran de tu agahî nehatin bidestxistin.