Meşa Gemlîkê hate betalkirin: Ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariyê 2023-02-06 09:52:02 COLEMERG - Dihat payîn ku Meşa Gemlîkê îro bi dirûşma “Ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin” bihata lidarxistin. Lê ji ber erdhejê hate betalkirin. Şandeyê, ji bo mexdûrên erdhejê banga piştevaniyê kirin.    Bi mebesta bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, dê îro bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) û bi dirûşma “Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin” meş bihata destpêkirin. Lê belê ji ber erdhejê hate betalkirin. Meşvanên ku li pêşiya avahiya HDP’a Geverê hatin ba hev, ji bo mexdûrên erdhejê banga piştevaniyê kirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên HDP’ê yên herêmê û endamên partiyê tev li daxuyaniyê bûn.    ‘EM LI BENDA PIŞTEVANIYA GELÊ XWE NE’   Li ser navê şandeyê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî û bal kişand ser erdheja li bakurê Kurdistanê. Aydenîz, ev tişt anî ziman: “Karesatên pir mezin pêk hatin. Divê tavilê alîkarî bi gel re bê kirin. Ji bo hejmara mirî û birîndaran hêj zêdetir nebin, divê tavilê xerabe bên rakirin. Karesaetên bi vî rengî her tim li Tirkiyeyê çêdibin. A girîng ew e ku em ji bo rewşên wiha amade bin. Lê mixabin her tim piştî karesat pêk tên dikevin nava liv û tevgerê. Li gorî agahiyên li ber destê me, li girtîgehan jî xesar çêbûye lê em nizanin bê ka di kîjan astê de ne. Banga me ji bo tevahiya gelê me û saziyên civaka sivîl ew e ku li hemberî karesatên bi vî rengî bi destê hev bigirin û bihestiyar tevbigerin.”    ‘ME MEŞA GEMLÎKÊ TALOQ KIR’   Bi domdarî Aydenîz wiha got: “Banga me ji bo hemû kesî û gelan heye ku di vê mijarê de bihestiyar tevbigerin. Sedema hatina me ya Geverê tecrîda li Îmraliyê û meşa li dijî tecrîdê bû. Lê belê ji ber vê karesata bi serê me hatiye, me meşa xwe taloq kir. Em ê şandeyên xwe ava bikin û biçin bajarên ku erdhej lê çêbûye. Em ê di her şert û mercan de bi rêya piştevaniyê van zehmetiyan jî derbas bikin.”    BANGA PIŞTEVANIYÊ   Piştre jî Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş axivî û wiha bang kir: “Rojeke pir xerab e ku bi milyonan kes niha di nava êşê de ne. Ji kesên di bin xerabeyan mayîn de agahî nayên girtin. Em neçarin ku di van rojên zehmet ên zivistanê de birînên wan bipêçin. Agahiyên ku mirov pê qaneh bibe nayên dayîn. Waliyê Mereşê dibêje ku dê ne derheqê mirî û birîndaran de û ne jî derheqê avahiyên hilweşiyayîn de agahiyan parve neke. Ji bajarên ku erdhej lê çêbûye agahiyên gelek xerab bo me tên. Ji welatên navneteweyî alîkarî hat xwestin. Ev yek nîşan dide ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane pir zêde ye. Banga me ya ji bo gelê me ew e ku piştevaniyê xurt bikin. Malên xwe li mexdûrên erdhejê vekin û bi qasî ji destê wan tê piştevaniyê bikin. Weke HDP’ê em ê bi gelê xwe re bin . Me meşa li dijî tecrîdê taloq kir û hemû xebatên xwe arastayî herêmên erdhejê dikin. Em ê bi hev re birînên xwe derman bikin.”