Dema binçavkirina rojnamevan Altay hate dirêjkirin 2023-01-29 23:47:25   STENBOL - Dema binçavkirina xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Rojîn Altayê rojeke din hate dirêjkirin. Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê rojnamevan Rojîn Altay di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stengbolê ve hatiye destpêkirin de duh li Balafirgeha Sabîha Gokçen hate binçavkirin. Altay pişt re anîn Miduriyeta Polîsan a Stenbolê ya li ser Cadeya Vatanê. Hevdîtina Altayê ya bi parêzeran wê re rojekê hate astengkirin.   Altay ji ber sînordarkirina parêzeran a 24 saetan îro bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Ji ber li ser dosyaya Altayê biryara veşartî heye sedemê binçavkirina wê nehate zanîn. Hate diyarkirin ku derbarê Altayê de biryara rojeke din a binçavkirinê hatiye dayîn.