HDP’a Amedê li Sûrê bi gel re civiya 2023-01-29 23:37:53   AMED - Şande ya ku ji parlamenter û rêveberên HDP’ê pêk dihat li navçeya Sûrê ya Amedê bi gel re civiya.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê li navçeya Sûrê bi gel re civiya. Şandeya ku ji parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn ku qeyyum tayînî şûna wê hatiye kirin, endam û rêveberên HDP’ê yên Amedê pêk dihat, li avahiya Rêxistina HDP’a Sûrê hatin cemhev û li mala şînê ya taxa Girêtaliyê ya Sûrê bi gel re civiya. Di civîna gel de li ser hilbijartinê nirxandin hatin kirin.   Parlamenter Remziye Tosûn a di civînê de axivî, bi lêv kir ku di hilbijartinê de noxteya herî girîng dengên gelê kurd in û banga yekitiya netewî kir. Tosûn destnîşan kir ku gelê kurd wê çarenûsa Tirkiyeyê diyar bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê kurd piştgiriya kê bikin ew dê ser bikeve. Ji ber wê em jî dibêjin ku tenê gotinek me jî ji bo pêvajoyê pir girîng e. Partiyên ku nasname, statu û hebûna kurdan nas nekin nikarin bibin desthilat.”