Li Şêrawa mayîn teqiya: Zarokekî jiyana xwe ji dest da 2023-01-29 22:41:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundê Başmerê yê girêdayî Şêrawayê di encama teqîna mayînê de zarokekî 14 salî jiyana xwe ji dest da.    Li gundê Başmerê yê girêdayî Şêrawa ya Kantona Efrînê mayîneke aydê hêzên hikumeta Şamê teqiya.   Di teqînê de zarokê bi navê Rehmo Rehmo Erebo yê 14 salî jiyana xwe ji dest da.