Atolyeya Wêjeyê bi dawî bû 2023-01-29 16:43:24 AMED - Komeleya Wêjekarên Kurd bi boneya dayîna spasnameyên “Atolyeya Wêjeyê” şahiyek li dar xist.    Komeleya Wêjekarên Kurd, bi boneya dayîna spasnameyên “Atolyeya Wêjeyê” li avahiya xwe ya li Rezan a Amedê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de dengbêjên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê bi klamên xwe beşdarvan mest kirin. Şahiya ku bi stranan dest pê kir, bi xwendina helbestan berdewam kir. Gelek nivîskar û wêjehezên kurd di şahiyê de amade bûn.    Di şahiyê de Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sultan Yaray xêrhatina û spasiya beşdarên “Atolyeya Wêjeyê” û şahiyê kir.   Şahî, bi belavkirina spasnameyan bi dawî bû.