Amedsporê li sehaya xwe Şanliurfaspor 1-0 têk bir 2023-01-29 16:36:47 AMED - Amedsporê li sehaya xwe bi Şanliurfasporê re lîst. Maç 1-0 bi serkeftina Amedsporê bi dawî bû.    Di hefteya 22’yemîn a Koma Spî ya Lîga 2’yemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedspor li sehaya xwe bi Şanliurfasporê re lîst. Maç li Stadyûma Tahîr Elçî hate lîstin. Zêdetirî 10 hezar alîgirên Amedsporê jî ji bo piştevaniyê hatibûn stadê. Di heman demê de ji Êlihê heta Şirnex, Mêrdîn û gelek bajarên din jî bi hezaran kes hatin Amedê û maç temaşe kirin. Ji destpêka maçê heta dawiyê alîgirên Amedsporê bi tezahûratên “Ev der Amed e ji vir derketin nîne”, “Li ber xwe bide Amed, Amed li ber xwe bide”, “Em kî ne, kurd in em” û “Amed û Êlih a din derew e” kirin.    Di beşa ewil a maçê de ji ber biryarên hakem, alîgirên Amedsporê bertek nîşan dan. Di deqeya 45’emîn a maçê de ji lîstikvanên Amedsporê Mehmet Aladdînoglû golek avêt û skor bû 1-0. Beşa ewil a maçê bi 1-0 serkeftina Amesporê bi dawî bû.    Di deqeya 79’an de Amesporê goleke din jî avêt lê bi sedema ofsaytê ev gol nehat qebûlkirin.    Di maçê de tu golên din nehatin avêtin û maç bi 1-0 serkeftina Amedsporê bi dawî bû.    Bi vê serkeftinê re puanên Amedsporê bûn 40 û di lîgê de bû rêza duyemîn.