Li Zelandaya Nû lehî rabû: 4 kes mirin 2023-01-29 15:42:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bakurê Zelandaya Nû ji ber baranên zêde lehî rabû. Hat zanîn ku di encama lehiyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Ji ber barîna barana zêde, li bajarê Auckland ê li bakurê Zelandaya Nû lehî rabû. Di encama lehiyê de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de li bajarê ku milyonek û 600 hezar kes lê dijîn “rewşa awarte” hate ragihandin.    Wezîrê Guherîna Avhewayê yê Zelandaya Nû James Show têkildarî mijarê daxuyanî da û wiha got: “Lehî, encama guherîna avhewayê ye. Divê em tevek jê piştrast bin bê ka Zelandaya Nû ji bo ewlehî û jiyana zarokên me guncav e yan na. Ev yek, berpirsyariya me tevan e.”