Rejîma Îranê du sal cezayê hefsê da rojnameger Merûfyan 2023-01-29 15:01:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê du sal cezayê hefsê da rojnameger Nazîla Merûfyan ku bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kiribû.   Bi qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Emînî re di 16’ê îlona sala 2022’yan de li rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên protestoyî hatibûn destpêkirin û serhildana gel a “Jin, jiyan, azadî” 134 roj li pey xwe hişt. Rejîma Îranê ji bo dawî li çalakiyan bîne serî li her rê û rêbazan dide. Di vê çarçoveyê de zexteke giran li rojnameger, çalakvan û welatiyan dike.    Rejîma Îranê, bi sedema ku bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kiriye, rojnameger Nazîla Merûfyan di 30’ê mijdara 2022’yan de binçav kiribû. Hat zanîn ku dadgeha rejîmê 2 sal cezayê hefsê da rojnameger Marûfyan. Li gorî agahiyan, di heman demê de 15 milyon riyalên Îranê û ji bo 5 salan qedexeya derketina derveyî welat jî weke ceza dan rojnameger Merûfyan.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku rojnameger Nazîla Merûfyan ji Seqiz a rojhilatê Kurdistanê ye.