Hevserokê Tevgera Azadî hate binçavkirin 2023-01-27 14:22:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî Selam Abdullah li Silêmaniyeyê hate binçavkirin.    Hat ragihandin ku Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî Selam Abdullah hatiye binçavkirin. Li gorî nûçeya Rojnewsê; Selam Abdullah di saetên serê sibehê de li navçeya Ranya ya Silêmaniyeyê ji hêla hêzên asayîşê ve hate binçavkirin.   Nehat zanîn bê ka Abdullah bi kîjan sedemê hatiye binçavkirin. Têkildarî binçavkirina Abdullah heta niha jî tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.