Li dijî Balyozxaneya Azerbaycanê ya Tehranê êrişa çekdarî 2023-01-27 14:16:58   WAN - Di êrişa li dijî Balyozxaneya Azerbaycanê ya Tehranê de kesek mir û du kes jî birîndar bûn.    Di saetên serê sibehê de li dijî Balyozxaneya Azerbaycanê ya li Tehranê êrişa çekdarî hate kirin. Hat ragihandin ku di encama êrişê de amirê ewlehiyê yê bolyazxaneyê mir û du kes jî birîndar bûn. Polîsên Tehranê têkildarî êrişê daxuyanî dan û diyar kirin ku êriş ne bi mebestekî siyasî lê bi sedemên malbatî hatiye kirin. Bi domdarî wiha hat gotin: “Îro serê sibehê saet di 08.30’an de endamekî Balyozxaneya Azerbaycanê wesayîta xwe li pêşiya ketina avahî park kir û dema dixwest derbasî hundir bibe, wesayîteke bi markaya ‘Pride’ ji pişt ve li wesayîta wî da. Dema dîplomatê balyozxaneya diket hundirê avahî, bi çeka kalaşnîofê êriş kir û dîplomat kuşt. Her wiha du kes jî birîndar kir.”    Çapemeniya Îranê jî îfadeyên êrişkar parve kir û îfade wiha ye: “Hevjîna min di meha nîsanê de çû Balyozxaneya Azerbaycanê û êdî nema vegeriya malê. Ez gelek caran çûm serdana balyozxaneyê lê tu bersiv nedan min. Min digot hevjîna min li balyozxaneyê ye lewma jî min êriş pêk anî.”    AZERBAYCANÊ DAXUYANÎ DA   Wezîrê Karên Derve yê Azerbaycanê Ayhan Hacizade jî têkildarî êrişê daxuyanî da û êriş bi tundî şermezar kir. Hacizade xwest ku hikûmeta Îranê êrişkar û pêdankeran tavilê diyar bike û wiha got: “Hikûmeta Azerbaycanê wisa plan dike ku Balyozxaneya Tehranê di demekî nêz de tehliye bike.”    ROJNAMEGER: DI DESTÊ GEL DE ÇEK TUNE NE   Rojnamegerên li Tehranê ku me xwe gihandinê jî têkildarî mijarê wiha gotin: “Qeydên ewlehiyê yên zêde li Îranê hene û di destê gel de jî çek tune ne. Mimkin nîne gel çekan peyda bike. Çeka di êrişê de hatiye bikaranîn çeka leşkerî ye. Divê bûyerê were vekolandin.”