Hevdîtinên Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê didomin 2023-01-27 13:36:22   STENBOL - Endamên Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ku li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine ba hev, li Stenbolê bi DBP û TOP’ê re hevdîtin kirin.    Ji 7 welatan bi giştî 36 hiqûqnas, rojnameger û akademîsyenan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ava kirin û hatin serdana Tirkiyeyê. Xebatên delegasyonê yên li Tirkiyeyê didomin. Endamên delegasyonê yên li Stenbolê du kom ava kirin û çûn serdanên cuda. Endamên delegasyonê îro ji ewil çûn serdana Partiya Azadiya Civakî (TOP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP).    SERDANA DBP’Ê   Endamên delegasyonê ji hêla Hevberdevkên DBP’ê yên Marmarayê Dîlber Demîr û Atîlla Ozdogan ve hatin pêşwazîkirin. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî hate kirin. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pêvajoya siyasî ya li Tirkiyeyê hatine nirxandin.    MERCÊN TECRÎDA GIRANKIRÎ VEGOT   Di serdana endamên delegasyonê ya Rêxistina TOP’ê ya Stenbolê de Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Rengîn Ergul û endamê OHD’ê Bulent Aşa jî amade bûn. Şandeya delegasyonê ji hêla endama Lijneya Berdevkan a TOP’ê Perîhan Koca, endamê Komîteya Navendî Tamer Dogan, endamê Meclisa Partiyê Kubîlay Çelîk û endamên Komîsyona Hiqûqê Ezgî Kaya û Sezen Ezer ve hate pêşwazîkirin. Endama Lijneya Berdevkan a TOP’ê Perîhan Koca di serdanê de axivî û têkildarî têkoşîn û xebatên partiya xwe de agahî dan. Koca, bi bîr xist ku êrişên îktîdarê yên li dijî kurdan, elewiyan, jinan, karkeran û gelek derdorên cuda didomin û qala şert û mercên giran ên tecrîdê yên di şexsê Abdullah Ocalan de ketine meriyetê vegot. Koca, diyar kir ku Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar tê hiştin û destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.    Endamên delegasyonê serdanên xwe yên li Beyoglû û Kadikoyê domandin û dê di nava rojê de biçin serdana Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) û Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP).