Derheqê Emîne Şenyaşar de 2 dozên nû hatin vekirin 2023-01-27 13:21:23   RIHA - Derheqê Emîne Şenyaşar de ku Nobeta Edaletê didomîne, 2 dozên nû hatin vekirin.    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 690’an de berdewam kir. Malbat, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hate pêşiya Edliyeya Rihayê û dest bi nobetê kirin. Lêpirsîn û dozên derheqê Emîne Şenyaşar de ku ji roja destpêkê ya nobetê heta niha rastî tundiya polîsan tê, didomin. Ji Şenyaşar re hat teblîgkirin ku di meha ewil a salê de 2 dozên nû lê hatine vekirin. Ji lêpirsînên bi îdiaya “heqaretli Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye” hatine destpêkirin 2 jê veguherîn dozê û bi vê yekê re hejmara dozên li Emîne Şenyaşar hatine vekirin bû 10.    JI 31 DOSYAYAN 10 JÊ VEGUHERÎN DOZÊ   Ji parêzerên malbatê Nîhat Şahîn da zanîn ku ji roja destpêkirina têkoşîna edaletê heta niha derheqê Emîne Şenyaşar de 31 dosya hatine vekirin û wiha got: “Ji van dosyayan di 28’an de lêpirsîn hate kirin. Di halê hazir de 10 doz hene. Emîne Şenyaşar ne tenê rastî tundiya polîsan tê. Di heman demê de tundiya darazê lê tê kirin. Qêrîn û hewarên Emîne Şenyaşar vediguherin dozan. Hemû gotinên dikevin ber azadiya xweîfadekirinê weke doz derdikevin pêşiya me.”    LÊPIRSÎN BI SEDEMÊN SIYASÎ TÊN VEKIRIN    Şahîn, destnîşan kir ku lêpirsîn bi sedemên siyasî tên destpêkirin û wiha bi dawî kir: “Ev lêpirsîn, bi armanca bidawîkirina Nobeta Edaletê tên destpêkirin. Lê belê dê nekarin pêşî li têkoşîna Emîne Şenyaşar bigirin. Nobeta wê ya edaletê hêj niha jî li pêşiya Edliyeya Rihayê didome. Sedema van lêpirsînên bi tawanbariyên ‘heqaret li xebatkarê cemaweriyê kiriye’ jî li dijî daxwaza edaletê ye. Lê tevî vê zexta darazê jî malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê bênavber didomîne.”