Li Amedê ji bo nan zem hate kirin 2023-01-27 12:56:18   AMED- Nanê pîde yê 400 gram ku li Amedê bi 7 TL’an dihat firotin bi zema nû re bû 8 TL.    Konfederasyona Esnaf û Pîşekaran a Tirkiyeyê (TESK) terîfeya fiyetên nû parve kir. Li gorî terîfeya nû, nanê pîde yê 400 gram ku bi 7 TL’an dihat firotin bû 8 TL. Her wiha heqdestê pehtina nanê malê jî bû 3 TL.    Li gorî terîfeya bihayên nû, nanê pîde û lavaşê yê 400 gram û nanê genim ê 400 gram bûn 8 TL, nanê Amedê yê 800 gram bû 12 TL, 100 gram poxaça, simît û yên mîna wan bûn 5 TL, heqdestê pehtina lehmecûnên bi 0,70 gram bû 4 TL, heqdestê pehtina nanekî malê bû 3 TL, nanê somin ê 200 gram bû 4 TL, cureyên nanên bi gulî bûn 4 TL û nanê tost û hamburgeran ê 100 gram jî bû 2 TL.    Herî dawî di cotmeha 2022’yan de li Amedê ji bo nan zam hatibû kirin û bihayê nan ji 6 TL’an derketibû 7 TL’an.