Mihemedê Efrînî wê li NY'yê giliyê dewleta tirk bike 2023-01-27 10:19:53   RIHA - Welatiyê bi navê Hesen Mihemed ê Efrînî wê giliyê dewleta tirk a darên zeytûnan ên li ser axa wî birîn û li cihê wan xanî ava kirin li NY’yê bike.    Li Efrîna ku di bin kontrola dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê de ye guhertina demografiyê dewam dike. Dewleta tirk heta niha li seranserê gund û navçeyên bajarî zêdetirî 22 avahî ava kirin. Malbatên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê û malbatên komên paramîlîter ên ji welatên cuda yên cîhanê, di wan avahiyan de bi cih kirine.   LI NY’YÊ WÊ GILÎ BIKE   Komeleya “Ecnadîn” a filistînî di 4`ê Çileyê de li nêzî navçeya Cindirêsê, li ser erdê koçberekî Efrînê ku niha li Şehbayê bi cih bûye, avahiyeke nû ava kir. Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) xwe gihand Hesen Mecîd Mihemed ku avahî li ser erdê wî tê avakirin. Mihemed ji gundê Şîtka yê navçeya Mabeta ye û beriya dagirkirina Efrînê li Cindirêsê dima.   Hesen Mihemed destnîşan kir ku dewleta tirk di 18`ê Adara 2018`an de ew ji Efrînê bi darê zorê koçber kirin. Hesen Mihemed diyar kir ku dewleta tirk a dagirker 280 darên zeytûnê yên li ser erdê wî û erdê pismamê wî Emîn Mûrad Mihemed ê di navbera gundên Hemîlkê û Rifetiyê yên navçeya Cindirêsê de ku 4 hektar e, birîne û li nava erdê wan avahiyekê ava dike. Hesen Mihemed got ew ê giliyê dewleta tirk li Neteweyên Yekbûyî (NY) bike.   Mihemed bang li rêxistinên navneteweyî kir ku têkildarî sûcên guhartina demografîk ku dewleta tirk li herêma Efrînê ya dagirkirî pêk tîne, ceza bikin.   Çavkaniyan beriya niha jî ji ANHA’yê re daxunyadibûn ku dewleta tirk avahiyeke bi navê "Ecnadîn" li navçeya Cindirêsê li ser xaka bi rûbera 4 hektaran a Hesen Mecîd Mihemed û Emîn Murad Mihemed ava kiriye, da ku 200 malbatên komên paramîlîter lê bi cih bike.