Malbatên girtiyên nexweş: Biryara Erdogan durûtî ye 2023-01-27 09:47:11   AMED - Serokkomarê AKP'î Erdogan cezayê Îlhan Kiliç û Kenan Denîz ên ji doza 28 Sibatê cezayê muebbetê lê hatibû birîn û girtiyê edlî Osman Kartal rakir. Malbatên girtiyên nexweş ên siyasî bertek nişanî biryara Erdogan dan û gotin: “Heke edalet hebe divê ji hemû girtiyan re hebe. Ev tişt dirûtî ye.”   Bi îmzeya Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag di 3'yê çileyê de “Giştînameya Têkildarî Kêmkirin an jî Rakirina Cezayên Kesan a ji ber Nexweşî, Astengdarî yan jî Kalbûnê” hate weşandin. Giştînameya ji 8 xalan pêk tê, ji tevahiya saziyên Midûriyeta Giştî ya Karên Cezayan re hate şandin. Nîqaşên “di nava girtiyên nexweş de cihekarî tê kirin” ku bi weşandina giştînameyê destpêkirin didomin. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan cezayên hefsê yên muebbetê yên Îlhan Kiliç ê 87 salî û Kenan Denîz ê 75 salî yên di “Doza 28’ê Sibatê” de di girtîgehê de bûn ji ber rapora “pîrbûnê” ya Saziya Tiba Edlî (ATK) rakirin. Erdogan her wiha ji ber “astengdariya mayînde” biryara rakirina cezayê girtiyê edlî Osman Kartal ê 9 sal 46 meh û 24 roj cezayê hefsê lê hatibû birîn da.    Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş hene û ji van girtiyan rewşa 38 girtiyan giran e. Girtiyên nexweş ên di lîsteya ÎHD'ê de tevî ku raporên wan ên "nikarin di girtîgehê de bimînin" hene jî nayên berdan. Ji van girtiyên rewşa wan giran yek Mehmet Emîn Ozkan ê 84 salî ku niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin û yek jî Civan Boltan ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin e.    Malbatên girtiyên nexweş ên giran bertek nîşanî biryara Erdogan dan û gotin heke edalet hebe divê ji hemû kesan re edalet hebe û ev yek durûtî ye.    ÇIMA BAVÊ MIN NAYÊ BERDAN ?   Keça Mehmet Emîn Ozkan, Selma Ozkan bertek nişanî biryara Erdogan da û wiha got: “Beriya niha jî min gotibû ev giştîname ji bo girtiyên nexweşên giran û yên kal bên berdan wan aniye. Çima ji wan re heye û ji girtiyên me re nîne? Ji bavê min ji Apê Siddik (Siddik Guler) re nîne. Heke biryar dane û girtiyan berdin, bila hemû girtiyan berdin. Bila Edalet ji hemû kesê re hebe. Mirovek girtî û nexweş be sûcê wî çi dibe bila bibe divê bê berdan. Bavê min û girtiyên me çima nayên berdan? Bila vê tiştê bi zelal aşkere bike. Em jî bizanin mesele çiye. Mirovek her hefte herî kêm carek diçe nexweşxaneyê heye. Em behsa rewşeke wûsa dikin. Ez bang li Serokkomar, Wezîrê Dadê û ATK'ê dikim bila sedema neberdana wan bînin ziman ku em jî bizanin.”   ÊDELET TÛNEYE    Dayika Civan Boltan ê 9 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê de tê ragirtin Nazîme Boltan jî berdek nîşanî biryara Erdogan da û wiha got: “Heke edalet û hiqûq hebûna di nava girtiyan de dirutî nedikirin. Divê di mijara girtiyên nexweş de nêzîkatî wek hev be û wûsa jî nêz bibin. Ev tişta dikin dirûtî û rûreşî ye. Çima girtiyên me yên kal û ên nexweşên giran nayên berdan? Madem ku hûn girtiyan ji ber kal bûn û nexweşiyan berdin wê deme yên me jî berdin. Ji bo girtiyên nexweş bên berdan ji salekê zêdetir me çalakiya nobeta edeletê pêk anî. Daxwaza me zelal bû. Lê ev çalakiya me ji nedîtî ve hat. Heke li vî welatî edalet hebe divê ji hemû kesan re hebe. Lê edalet, exlaq tune ye ku ATK bi awayek keyfî nez dibe û rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' nadin girtiyên me. Bila demildest kanûnên xwe bi cih bînin û girtiyên me yên nexweşên giran bên berdan.”