Berê bê berdan înfaza wî şewitandin: Bi hiqûqa neyartiyê nêzî kurdan dibin 2023-01-27 09:02:41   AMED - Mehmet Emîn Guzel, birayê girtiyê nexweş Mehmet Denîz Guzel ku 30 sal in girtiye û di 9’ê tebaxa 2022’yan de bi hinceta cezayên hucreyê înfaza wî hatiye şewitandin, bertek nîşanî şewitandina înfazê da û wiha got: “Ev ceza li dijî hiqûqê ye. Li hemberî kurdan hiqûqa neyartiyê tê meşandin.”   Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zext, tundî û binpêkirina mafên girtiyan her diçe zêde dibin. Girtiyên nexweş nayên berdan û tevî ku cezayê wan qediyaye jî înfaza wan tê şewitandin. Ji girtiyên ku înfaza wan hatiyê şewitandin yek jê jî girtiyê nexweş Mehmet Denîz Guzel e. Guzel, li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin û ji tebaxa 1992’yan vir ve girtî ye. Guzel, di 9’ê tebaxa 2022’yan de 30 sal cezayên xwe qedandiye, lê bi hinceta cezayên disiplînê înfaza wî hatiye şewitandin. Birayê wî Mehmet Emîn Guzel têkildarî şewitandina înfaza wî de ji ajansa me re axivî û bertek nîşan dan.    Guzel diyar kir ku birayê wî di tebaxa 1992’yan de di navbera navçeya Dara Hênê ya Çewlikê û Lîcê ya Amedê de hatiyê girtin û Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi hinceta "xerakirina yekitî û yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê biriye. Guzel bi lêv kir ku piştî ku birayê wî hatiyê girtin çend hefteyan li Çewlikê îşkence lê hatiye kirin û wiha got: “Piştî îşkenceyê ew anîn Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Salekê li vir ma. Pişt re jî ew sirgûnî Girtîgeha Tîpa E ya Bartinê kirin. Ji 1993’yan heta 2000’î li Girtîgeha Bartinê bû. Ji 2000’î heta 2007’an jî li Girtîgeha Kandirayê bû. Pişt re jî ew sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê kirin û ji wê rojê heta niha li Bolûyê ye.”   ‘7 SAL CEZAYÊ WÎ DIRÊJ KIRIN’   Guzel anî ziman ku cezayê ku li birayê wî hatiyê birîn li dijî hiqûqê ye û der barê şewitandina înfaza birayê xwe de ev tişt anî ziman: "Dema parêzer li dosyayên wî dinêrin dibêjin gere bi van dosyeyan nehatana girtin, lê cezayê muebedê lê birîn. Dosyayên beraetê bi cezayê muebedê girtin. Di sala 2005’an û 2008-2010’an de 3 caran cezayê hucreyê li birayê min hatiye birîn. Ji van cezayan yek jê bi hinceta ku dirûşm berz kirine lê hatiye birîn û di heman rojê de cardin bi heman hincetê ceza lê hatiye birîn. Her du jî di 2005’an de hatine birîn. Ên din jî bi hinceta ku kameraya li qawîşê dinêrê şikandiyê hatine birîn, lê tiştek wisa tune ye kamera neşikandine, por kirine ji ber ku jiyana wan a taybet bin pê kiriye. Lê wan wekî ku kamera şikandiye ceza lê birîne. Ji ber van cezayan jî tevî ku 30 sal cezayê birayê min qediyaye û diviyabû di 9’ê tebaxa 2022’yan de bihata berdan, înfaza wî hat şewitandin. Me jî li dijî van cezayên hucreyê di sala 2020’an de serî li Wezareta Dadê dabû lê hê ew dosya neçûne Dadgeha Bilind. Dixwazin dosyayê veşêrin. Ji ber ku ew jî dizanin heke dosye biçe Dadgeha Bilind ew ê bê xerakirin. Bi zanebûnî girtina birayê min dirêj dikin, heke ew ceza bê xerakirin birayê min dê bê berdan. Hiqûqnas û kesên ku ew ceza dane pir baş dizanin ku ew ceza li dijî hiqûqê ye. Lê ji ber ku înfaza birayê min hatiye şewitandin, dê 7 salên din ragirtî bimîne.”   ‘NEKARÎ TEV LI CENAZEYÊ DÊYA MIN BIBE’   Bi domdarî Guzel bi lêv kir ku birayê wî di 30 salên xwe yên girtîgehê de her tim li cihên dûr ragirtî maye û wiha pê dê çû: “Di vê pêvajoyê de dê û bavê min jî jiyana xwe ji dest dan. Dê û bavê min demeke dirêj nikaribûn biçin girtîgehê cem wî. Ji ber ku ew jî demeke dirêj nexweş bûn û rê jî dûr bû, nikaribûn biçin. Dêya min di sala 2010’an de jiyana xwe ji dest da û bavê min jî di sala 2014’an de. Dema dêya min jiyana xwe ji dest da, nehiştin birayê min tev li cenaze bibe. Lê ji ber pêvajoya çareseriyê dema bavê min jiyana xwe ji dest da hat tev li cenaze bû. Dêya min demeke dirêj li erdê bû, nikaribû biçe. Herî dawî di sala 2008’an de birayê min dîtîbû. Gelek caran jî me di rê de qeza kir. Çûnûhatin pir zehmet e. Ev yek ji polîtîkaya dewletê ye. Malbatên ku li Amedê dijîn zarokên wan sirgûnî bajarên Tirkiyeyê dikin, girtiyên ku malbatên wan li Stenbolê jî sirgûnî bajarên bakurê Kurdistanê dikin.”   ‘LI DIJÎ GIRTIYÊN KURD HIQÛQA NEYARTIYÊ TÊ MEŞANDIN’   Di berdewamê de Guzel destnîşan kir ku birayê wî jî di nava lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de ye û der barê pêkanînên li girtîgehê ev tişt anîn ziman: “Nexweşiyên wî yên Hebatîp B û madeyê hene. Ev nexweşîn jî di girtîgehê de li birayê min peyda bûne. Ji ber nexweşiya xwe ya madeyê nikare xwarinên girtîgehê bixwe. Xwarinên ku li girtîgehan didin girtiyan jî ji ne baş in. Tedawiyeke baş jî nayê kirin. Jixwe sewqkirina wan a ji bo nexweşxaneyê, jî wekî îşkenceyê ye. Wan bi awayekî destkelemçekirî dibin nexweşxaneyê. Li wan dixin. Ji ber vê jî gelek girtiyên nexweş naçin nexweşxaneyê. Gelek girtiyên nexweş ji ber ku baş nayên dermankirin jiyana xwe ji dest dan."   Guzel bi lêv kir ku divê girtiyên nexweş demildest bên berdan û wiha got: "Bi biryarên Lijneya Rêveberiya Çavderiyê înfaza gelek girtiyan hat şewitandin. Bi hinceta ku di bikaranîna ceyranê de îsraf kirine înfaza girtiyan tê şewitandin, lê girtî heqê ceyrana xwe didin. Ev ceza li dijî hiqûqê ne. Li hemberî girtiyên kurd hiqûqa neyartiyê tê meşandin. Li girtîgehan polîtîkaya qetilkirina girtiyan tê meşandin.”   ‘JI BER REWŞA BIRAYÊ XWE BI FIKAR IN’   Guzel di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her diçe zêde dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê, em jî ji ber rewşa birayê xwe bi fikar in. Herî dawî ez 2 meh berê çûm cem birayê xwe. Di hevdîtinê de ji min re got, kinc, pirtûk, şimik û hwd. hemû ji girtiyan re sînordar kirine. Anku tenê dikarin şimikekê bi kar bînin. Pirtûk û kincan jî her wiha bi sînorkirî dikarin bigirin. Di van demên dawî de pirtûkên kurdî qebûl nakin. Pirtûkên din jî bi awayekî sînorkirî qebûl dikin. Bi hinceta lêgerînê her tim davêjin ser qawîşan. Xwarin jî mesele ye, yanî porsiyona xwarinê biçûk kirine. Girtîgeh hê jî di bin şert û mercên pandemiye de ne. Spor, atolye, çûn û hatina girtiyan a cem hev hemû qedexe ne. Yanî me bihîstiye ku ser çend hewadariyên girtîgehan hatine girtin.”   ‘DIVÊ GELÊ KURD XWEDÎ LI GIRTIYAN DERKEVE’   Di dawiya axaftina xwe de Guzel bal kişand ser bêdengbûna partiyên siyasî ya ji bo girtîgehan û ev tişt anî ziman: "Divê malbatên girtiyan û gelê kurd xwedî li girtiyan derkevin. Malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin nobeda edaletê dan destpêkirin, lê daxwazên wan bi cih nehatin. Partiyên siyasî, ji bilî HDP'ê tevî ku soz dabûn jî soza xwe bi cih neanîn. Me bi partiya DEVA, CHP, Partiya Saadetê û ya Pêşaroje re hevdîtin pêk anîn. Wan jî got, 'em ê bibin dengê girtiyan' lê tu gav neavêtin. CHP, cara duyem randevû neda malbatên girtiyan. Qala hiqûq û edaletê dikin lê bi vî awayî nikarin hiqûq û edaletê pêk bînin. CHP ku dibêje 'em ê bibin desthilat û heq û hiqûqê pêk bînin' dema mijar dibe girtiyên kurd xwe ker û kor dike.”   MA / Mahmût Altintaş - Welat Ekîn