Pankartên malbata Şenyaşar bi wesayîtên fermî hatin astengkirin 2022-12-07 12:31:33 RIHA - Ferît Şenyaşar ê çalakiya xwe ya nobeta edaletê didomîne, bi lêv kir ku dîwarê edliyeyê ku pankartên xwe lê daliqandine bi wesayîtan hatiye astengkirin û wiha got: “Ev wesayît wê nikarin têkoşîna me asteng bikin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 639’an de berdewam dike. Ber pankartên dayika Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ên li ber deriyê edliyeyê nobetê digirin nêzî hefteyeke bi wesayîtên fermî tên astengkirin.    ‘ZILM BERDEWAM DIKE’   Ferît Şenyaşar diyar kir ku Nobeta wan a Edaletê kete sala 2’yemîn û da zanîn ku rojê bi sedan kes tên edliyeyê. Şenyaşar, bi lêv kir ku bêedaletî û bêhiqûqiya heyî herkes dibîne û wiha got: “Ji ber komkujiya li nexweşxaneyê li Pirsûsê parlamenterekê kir daraz bi kêrî tiştekî nayê û zilm berdewam dike.”   ‘WESAYÎT NIKARIN TÊKOŞÎNA ME ASTENG BIKIN’   Şenyaşar, anî ziman ku serdozgerê komarê şûna ku edaletê pêk bîne ji bo pankartên ku bi dîwar ve daliqandine neyên dîtin hem li aliyê çepê hem li aliyê rastê wesayît bicihkirine û wiha got: “Ev wesayît tenê ji bo pankartan asteng bikin li vir tên sekinandin. Armanca astengkirina pankartan a bi wesayîtan veşartina heqîqetê ye. Em mafdar in û têkoşîna me di rojeva Meclisê de ye. Heta ku ev neheqî û bê edaletî bi dawî nebe em ji ber deriyê edliyeyê neçin. Em ji serdozger re jî dibêjin ku heqîqet nikare were veşartin. Wesayîtên we yên li vir disekinin nikarin têkoşîna me asteng bikin.”