Walîtiyê hêceta qedexekirina çalakiyan spart nûçeyên ANF’a ku qedexe kiriye 2022-12-03 16:18:04   AMED - Walîtiya Amedê qedexekirina çalakiyan a di navbera 21-27’ê mijdarê de wek nûçeyên ANF’ê û RojNewsê ku li Tirkiyeyê hatine qedexekirin, pêşkêşî dadgehê kir.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ji bo qedexeya 7 rojan a çalakî û daxuyaniyên ku di navbera 21-27'ê Mijdarê de li navenda bajar û navçeyên Amedê wê bihatana lidarxistin bên betalkirin, veguhezand dadgehê. Biryara qedexeyên çalakiyan û daxuyaniyan ji aliyê Walîtiya Amedê ve hatibû girtin. Walîtiya Amedê ya ku ji 1’emîn Dadgeha Îdarî ya Amedê re parastina xwe şand, mafê civîn, meş û daxuyaniya çapemeniyê spartiya nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) a ku li Ewropayê ya ku li Tirkiyeyê qedexe ye weşanê dike, RojNews a ku li Herêma Kurdistanê xebatên xwe dimeşîne li Tirkiyeyê qedexe ye û nûçeyên ajansa me yên li ser bangên rêxistinên sivîl ku li dijî şer dane weke hincet nîşan daye.    Walîtiyê di parastina xwe de îdia kiriye ku nûçeyên di dîrok û mijarên cuda de hatine çêkirin, biryara qedexeyê girtiye û van nûçeyan kiriye hêceta xerakirina pergala cemaweriyê û ewlehiyê.