Ji bo girtiyê nexweş ê 74 salî banga berdanê hat kirin 2022-12-03 15:43:11   ENQERE - Înîsiyatîafa ji Girtiyên Nexweş re Azadî xwest ku girtiyên nexweş Sabrî Yavûz ê 74 salî were berdan.   Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên di hefteya 430’emîn de çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê li dar xist û pankarta “Tedawî maf e, nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Rêveberên HDP’a Enqereyê jî beşdarî çalakiyê bûn. Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Sabrî Yavûz (74) ê li Girtîgeha Sîncanê ya Ewlehiya Bilind a Jimara 2’yan dimîne.    PIŞTÎ EMELIYATÊ BI YATAX VE HATIYE KELEMÇEKIRIN    Çevîrmen bi bîr xist ku 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene û yek ji van girtiyên nexweş jî Sabrî Yavûz ê 74 salî ye û 6 meh in di girtîgehê de ye. Çevîrmen got nexweşiyên wek Hepatît-B, prostat, Apantîst, kîsikê zirav li Yavûz peyda bûne û emeliyata fitiq û kîsikê zirav di dema wê de nehatine kirin û dereng hatine kirin û ev jî bûne sedemê dijwarbûna nexweşiyan.   Çevîrmen da zanîn ku piştî emeliyatkirinê Yavûz bi yataxê lê hatiye razandin ve hatiye kelemçekirin û li gel rewşa wî baş nebûye jî ji nexweşxaneyê hatiye derxistin û wî dîsa birine girtîgehê. Çevîrmen destnîşan kir ku tedawiya Yavûz nayê kirin û di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Çevîrmen banga berdana Yavûz kir û xwest astengiyên li pêş  tedawî û berdana Yavûz bên rakirin.