Şenyaşar: Hişmendiya ku bêedaletiyê nebîne wê winda bike 2022-12-03 14:51:18   RIHA - Ferît Şenyaşar ê di roja 635’emîn a Nobeta Edaletê de axivî, bal kişand ser mitînga ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a li Rihayê li dar xist û wiha got: “Ev hişmendiya ku vê bêedaletiyê nebine wê li Rihayê jî li Tirkiyeyê jî winda bike.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 635’emîn de berdewam dike. Malbat ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hat ber deriyê edliyeyê û dest bi çalakiya xwe ya nobetê kir.    ‘RIHA KELEHA KESÊ NÎNE’    Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe re nobetê digire, qala mîtînga Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan li Rihayê lidarxist kir û wiha got: “AKP, di pêşengtiya serokkomar de dê 500 mîtroyan dûrî me mîtîngê li dar bixe û bang li gel bike. Dayikek jî li ber deriyê edliyeya nêzîkî wî ji bo edaletê disekine. Hemû gelê Rihayê qêrîna wê dayikê dibihîse û dişopîne. Liv ir heqîqetek heye. Herkesên vê heqîqetê nebînin û biçin vê mîtîngê hevkarê vê zilmê ne. Heta ku ev bêedaletî ji holê ranebe bila kes Rihayê weke keleha xwe nebine. Ev hişmendiya ku vê bêedaletiyê nebine wê li Rihayê jî li Tirkiyeyê jî winda bike.”