Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn 2022-12-03 14:07:02 STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn û diyar kirin ku hem ji bo Huseyîn û hem jî ji bo hemû windayan dê bangewaziya xwe ya pêkanîna edaletê bidomînin.   Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kiryar bên darizandin di hefteya 923'yemîn de çalakiya xwe li ser înternetê li dar xistin. Di çalakiya vê heftê de li aqûbat Huseyîn Taşkaya yê di 6'ê kanûna 1993'yan de li Siwêregê hatî windakirin pirsîn. Di çalakiyê de bûka Huseyîn Ayşe Taşkaya axivî û bal kişand ser bêedaletiyê.    Taşkaya di destpêka axaftina xwe de gotinên Wezirê Dadê Bekîr Bozdag "Edaleta Rojava û Amerîkayê, li hemberî teraziya edaletê ya Tirkiyeyê mînak tê nîşandan, lê belê teraziya me ya edaletê ya herî rast e" bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ji wezîrê dadê dipirsîn; ligel şahîd, delîl û qeydên dadgehê, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û raporên Meclisê hêj jî kujer bêceza hatine hiştin. Dosyayên windayan gelo li ku dera teraziya edaletê ye? 923 heftê ne em dibêjin û em ê her gotinên xwe bidomînin; edalet û hiqûq divê rast bê sêpandin. Edalet gotî divê kesên mafdar bighîje heqê xwe. Lê belê ji bo me ne hiqûq û ne jî edalet heye. Teraziya pergala edaletê xirab e."   'BI 30 MAŞÎNEYAN BI SER MALÊ DE GIRTIN'    Taşkaya da zanîn ku xwezûrê wê Huseyîn (42) bavê 4 zarokan bû û li Siwêregê mutahît bû û serpêhatiya windakirina wî wiha vegot: "Huseyîn dema mutahîtî dikir mafê wî hat binpêkirin. Huseyîn li dijî vê yekê derket. Ji ber vê sedemê Huseyîn ji hêla hêzên dewletê û eşîra Bucakê ve hedef hat nîşandan. Piştî demekî zext zêdebûn û malbat ji neçariyê koçberê Stenbolê bû. Lê Huseyîn bi xwe li Siwêregê ma. Di 6'ê kanûna 1993’yan de li taxa Baglarê bi 30 maşîneyan leşker, polîs û cerdevanên ku ji eşîra Bucakê bûn bi ser malê de girtin û Huseyîn girtin binçavan. Malbat serî li cendermeyan, emniyetê, dozgerî û walîtiyê dan. Rayedarên leşkeriyê da zanîn ku piştî demekî polîsan Huseyîn birinê. Emniyet jî diyar kir ku ne di destê wan de ye bila biçin ji Sedat Bucak bipirsin. Parlamenterê DYP'ê, reîsê eşîr û sercerdevan Sedat Bucak jî got ‘Belê ekîba me girt lê belê me teslîmê dewletê kir. Dewlet dizane'. Hemû hewldanên malbatê bê encam ma. Êdî ji wê demê ve ji Huseyîn Taşkaya agahî nehat girtin."    'BIRYARA DOZVENEKIRINÊ HAT DAYÎN'    Taşkaya da zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Siwêregê bûyer nekarî ronî bike û wiha domand: "Huseyîn Taşkaya li ber çavên malbat û şêniyên taxê hat binçavkirin. Lê belê serdozgerî wek îdiayek razber nirxand û derbarê dosyayê de biryara neşopandinê da. Ji bo veşartina sûc û revandina kesan derfet afirand. Di tîrmeha derbasbûyê de li gundê Tutumlu ya Curnê Reş a Rihayê gelek hestiyên ku aîdê mirovan hat dîtin. Malbata Huseyîn, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê û xizmên windayan di 25'ê tîrmeha 2022'yan de serî li Serdozgeriya Komarê ya Curnê Reş da. Serdozgerî daxwaza testa DNA'yê kir."    DÊ DEST JI QADA GALATASARAYÊ BERNEDIN    Ayşe Taşkaya, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser têkoşîna ku hat dayîn: "Di dernexistina rastiyan de dozger û dadger berpirsin. Çend sal derbas dibe bila bibe, em ê ji bo Huseyîn û kesên hatine windakirin daxwaza pêkanîna edaletê bikin. Dewlet divê li gorî rêgezên hiqûqa navneteweyî tevbigere. Em dev jî Qada Galatasarayê bernadin."