Li ber rojnameya hat bombekirin gazî kirin: Em ê bêdeng nebin 2022-12-03 13:45:47   STENBOL – Rojnamevan Huseyîn Aykol di salvegera 28’emîn bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê de axivî û got: “Tevî hemû zextan jî em li ser karê xwe ne. Em soz didin Ersîn û hemû şehîdan, em ê nesekinin, newestin û bêdeng nebin.”    Rojnameya Yenî Yaşam, Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) bi boneya salvegera 28’emîn a bombekirina hemwext a li navenda Rojnameya Ozgur Ulke ya li Kadirgaya Çagaloglûya Stenbolê û Enqereyê pêk hat bernameya bîranînê li dar xistin. Bîranîn li ber avahiya kevn a rojnameyê ya li Kadirgayê hat lidarxistin. Di bîranînê de pankarta "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" û wêneyên Ersîn Yildiz ê di teqînê de jiyana xwe ji dest da hatin hilgirtin. Rojnameger Huseyîn Aykol, Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Serokê Sendîkaya Çapemenî û Çapxaneyê (Basin-Îş) Faruk Eren, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Musa Piroglû, Kemal Bûlbûl û gelek rojnameger beşdarî bîranînê bûn.   ‘EM LI HEMAN CIHÎ NE’    Rojnameger Huseyîn Aykol ku piştî deqeyeke rêzgirtinê daxuyanî da, diyar kir ku piştî 28 salan ew hê li heman cihî ne û got: "Em bi hevalên xwe re careke din li ber avahiya xwe ya xweşik a ku mîna behrê spî ber bi behrê ve dirêj dibe, bi hev re ne. Hê jî Ersînê me û hemî şehîdên me di dilê me de ne. Her sal em dihejmêrin; Em bijmêrin da ku em tu carî ji bîr nekin, ji bo ku her kes bi bîr bîne: 25, 26, 27… Îro em di sala 28an de ne. 28 sal berê îro sê avahiyên cuda yên rojnameya me Ozgur Ulke di heman demê de bi fermana serokwezîra vî welatî Tansu Çiller hatin bombekirin.”    'EM LI PEY RASTIYAN E’    Aykol wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em alî bûn, çimkaî em li alî ango rexê gel bûn. Em li aliyê heqîqetê bûn û ji ber vê jî pêwîst bû tasfiye bibe. Lê wê rojê dest pê nekir. Piştî wê bi dawî nebû. Ji ber ku me bi manşeta ‘Ev agir wê we jî bişewitîne’ ev 28 sal in ku welat di nava agir de dişewite û qet ronahiya rojê nedît. Îro jî şer didome û em hîn jî li pey heqîqetê dimeşin. Di vê navberê de me bi dehan hevalên xwe yên rojnameger di kemînan de şehîd dan. Piraniya me di girtîgehan de berdêla gotina rastiyê dane. Îro di vê demê de dîsa bi dehan rojnameger di girtîgehê de ne. Herî dawî li Silêmaniyê Nagihana me qetil kirin, me Nûjiyan berê xwe da axa Şengalê ku gelekî jê hez dikir û çend roj berê birayê me Îsam Ebadullah bû hedefa bomberdûmana li Dêrikê."   ‘XWE XAPANADIN’    Aykol destnîşan kir ku ew dijmin her tim xwe xapandin û axaftina xwe wiha domand: “Ew her tim şaş bûn. Difikirîn ku jiyana me bi bombeyek wê biqede, lê xwe xapandin. Her yek ji me li pey wan rabûn û pênûsên wan girtin û her ku diçe em qelebalixtir dibin. Ew difikirîn ku deriyê me girtî ye lê xwe xapandin. Zêdeyî 50 qefle danîn ser deriyê me, me yek bi yek rakirin, roja din dîsa dengê me li kuçeyan deng veda. Ew difikirîn ku baweriya me wê di hucreyan de têk biçe, lê ew xelet bûn. Me cihê xwe yê razanê jî şiband xwe. Ji ber ku me her tim azadî û heqîqet di nava xwe de hilgirt. Kî hat û çû û her ê ku hat û got ‘qediyan’. Yên ku gotin  ‘ket xwarê’ me dîtin.”    ‘EM Ê RANEWESTIN’   Aykol di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Me gelek dadger û dozger jî teqawît kirin. Hin ji wan jî niha ji dinyayê teqawît bûne, heyf e ku kes navê wan jî nayê bîra wan! Cihê wan di goristana nûjen de maye, lê bi qasî serê derziyê di dilê mirovan de cih nagirin. Lê em xelas nebûn û em li jiyanê ne. Tenê ne dan û standina nefesê ye. Dilê me lêdida û me alên wan hildan û em meşiyan û hatin van rojan. Em li ser karê xwe ne û li ser rêya Apê Mûsa ne. Niha piştî 28 salan em careke din soz didin Ersîn û hemû şehîdên xwe. Em ê nesekinin, newestin, em ê bêdeng nemînin.”   Piştî Aykol, Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn, Serokê Basin-Îşê Farûn Eren, Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul axaftinên kurt kirin.   Piştî axaftinan beşdaran qerenfîl danîn ber deriyê avahiya ku hatibû bombekirin.    YILDIZ LI SER GORA XWE HAT BIBÎRANÎN    Piştî bîranîna li cihê bûyerê rojnamevan derbasî ser gora Ersîn Yildiz ku hatibû qetilkirin bûn û ew li ser gora wî ya li Goristana Yeşîlpinara Gazîosmanpaşayê ye bi bîr anîn. Rojnamevan qerenfîl danîn gora Ersîn û soza dê girêdayî bîranîna wan bimînin da.